Tirkiye Efrînê topbaran dike

26-10-2023
Nîşan Efrîn Tirkiye Topbaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Çalakên Efrînê ragihand ku artêşa Tirkiyeyê herêma navbera gundên Aqîbê û Bênê yên nahiyeya Şêrawayê bi 7 topan, topbaran kir.

Artêşa Tirkiyeyê herêma navbera gundên Aqîbê û Ziyareyê yên Şêrawaya Efrînê jî herî kêm bi 30 topî topbaran kir.

Heta niha li ser encama ziyanên wan topbaranana ti agahî nehatine belavkirin.

Li aliyê din, Tirkiyeyê şeva borî Eyn Îsa topbaran kiribû û di topbaranê de kesek birîndar bûbû.

Herwiha ji ber vê topbaranê li gelek gundên Girê Spiyê kareba hatibû birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst