Li Meletiyê erd hejiya

26-09-2023
Nîşan Meletî Şîro Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şîroyê ya Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 3,7 pile erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Şîroyê ya Meletiyê erdhejek çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 08:32an çêbûye û hêza wê 3,7 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 13,31 kîlometre bûye.

Derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine dayîn.

Erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê li 11 parêzegên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûn sedema mirina 50 hezar û 500 kesî.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê erdhejên paşekî berdewam dikin.

Heta niha herî kêm 10 hezar erdhejên paşekî hatine tomarkirin ku ya herî mezin bi hêza 6,4 pileyan li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst