Hewlêr (Rûdaw) – Derbasbûna Hêzên Pêşmerge yên Roajav bo nav axa Rojavayê Kurdistanê ji aliyê rayedarên pilebilind ên Kurdistanê ve hat redkirin.
Berpirsekî Pilebilind ê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku nexwast navê wî were aşkerekirin, li ser agahiyên derbarê çûna beşek ji Hêzên Pêşmerge yên Rojava bo nav sînorê Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re axivî û ew aghî red kirin.
Wî berpirsê pilebilind ê Wezareta Pêşmerge ragihand: “Nûçeyên derbarê derbasbûna Pêşmergeyên Rojava de bi ti awayî rast nînin.”
Endamê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyeyê (PDKS), Nûrî Birîmo jî derbarê mijarê de ji Rûdawê re ragihand: “Ti hêzeke Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê heya vê dema niha jî derbas nebûne û agahiyên derbarê çûna wan de derew in.”
Nûrî Birîmo di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Heya niha ti rêkevtin di navbera Hêzên Pêşmerge û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de bo çûna Pêşmergeyên Rojava çê nebûye.”
Birîmo got: “Niha Hêzên Pêşmerge yên Rojavayê Kurdistanê di amadebaşiyê de ne. Eger lihevhatin çê bibe, dê derbas bibin, lê heya niha ti rêkevtinek nehatiye kirin.”
Endamê Polîtboruya PDKSê herwiha destnîşan kir: “Bo çêbûna lihevhatinekê derbarê çûna Pêşmergeyên Rojava de niha amerîkî di dewreyê de ne û eger di navbera YPGê û Hêzên Pêşmerge de rêkevtin çê bibe, pêşmerge amade ne ku derbas bibin.”
Nûrî Birîmo tekez kir: “Erkê Pêşmerge yên Rojava piştî derbasbûna wan dê ew be ku rêya alîkariyên çekdarên DAIŞê ji Reqayê ber bi Mûsilê ve qut bikin û sînorê navbera Iraq û Sûriyeyê bi temamî kontrol bikin. Herwiha dê li cihên din ên Rojavayê Kurdistanê jî bi alîkariya şervanên YPGê li dijî DAIŞê şer bikin.”
Herwiha Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê Feysel Naso di daxuyaniyekê de ligel Rûdawê, nûçeyên derbarê derbasbûna Pêşmergeyên Rojava de red kir, lê belê tekez kir ku hevdîtin û danûstandinên di vê bareyê de hêj berdewam in.
Medyaya Tirkiyeyê îro 26ê Îlonê nûçeyek belav kirine û ragihandine ku Beşek ji Pêşmerge yên Rojava ku li Herêma Kurdistanê perwerdeya leşkerî dîtine, derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.
Di medyaya Tirkiyeyê de ji zarê berpirsekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ew agahî hatine dan:
“Beşek ji Pêşmergeyên Sûriyeyê, bi rêya bejayî ji Iraqê derbasî Sûriyeyê bûn. Ew pêşmerge, li bakurê Sûriyeyê û li herêmên ku di bin kontrola PYDê de ne, dê li dijî DAIŞê şer bikin. Ew pêşmergeyên din ku li Iraqê mane, dê di çend rojên pêş de derbasî Sûriyeyê bibin.
6 hezar Pêşmergeyên Sûriyeyê, bi piştevaniya Serokê Rêveberiya Herêmî ya Kurdî li Iraqê Mesûd Barzanî li kampên leşkerî yên li Hewlêr û Dihokê ji aliyê fermandeyên kurd ên iraqî ve hatine perwerdekirin. Ew pêşmerge, wek hêzeke girêdayî Partiya Demokrata Kurdistan a Sûriyeyê û Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyeyê, dê herêmên kurdî ji DAIŞê biparêzin.”
15ê vê mehê Barzanî û Msulim li Hewlêrê civiyabûn
Roja 15ê Îlonê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Salih Msulim piştî demek dirêj serdana Hewlêrê kir û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya.
Di civîna navbera Barzanî û Msulim de Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Brett McGurk jî amade bibû û hat gotin ku civîn bi navbeynkariya Amerîkayê hat lidarxistin.
Brett Mcgurk derbarê civîna 15ê Îlonê de li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihandibû, ku wan li Hewlêrê civînek gellek giring bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hevserokê PYDê Salih Msulim re pêk aniye.
Piştî bidawîhatina civînê û di şeva 15ê Îlonê de, Bepirsê Pêwedniyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî jî li ser Twittera xwe derbarê civînê de agahî dabû.
Hêmin Hewramî ragihandibû, Hêzên Pêşmerge yên Rojavayê Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê perwerdeya leşkerî wergirtine dê bo şerê li dijî DAIŞê herin Rojavayê Kurdistanê.
Hêmin Hewramî li ser Twittera xwe bi vî awaî nivîsandibû:
“Pêşmergeyên Roajavayê Kurdistanê yên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê perwerdeya leşkerî daye wan, dê vegerin Rojavayê Kurdistanê. Bi PYDê re bo şerê li dijî DAIŞê û bo parastina herêmên kurdî.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse