Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr. Vala Ferîd bi konsul û nûnerên welatan ên li Herêma Kurdistanê re civiya.
Di civînê de girîngiya çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û parastina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê hat tekezkirin.
Dr. Vala Ferîdê îro di çarçoveya pêwendiyên xwe yên dîplomatîk de konsul û nûnerên welatan qebûl kirin.
Di hevdîtinê de Alîkarê Serokê Parlamentoyê Ramî Nûrî û Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Mûna Qehwecî jî amade bûn.
Mijara sereke ya hevdîtinê pêvajoya çalakkirina parlamentoyê û parastina statuya rewa û destûrî ya Herêma Kurdistanê bû.
Dr. Vala Ferîdê di civînê de bal kişand ser girîngiya çalakkirina parlamentoyê ya li gorî madeyên 46, 47 û 48an ên Yasaya Hejmar 1ê ya sala 1992yan û li gorî erkê navxwe.
Vala Ferîdê ev gav wekî "gaveke mecbûrî ya ji bo parastina statuya Herêma Kurdistanê" bi nav kir.
"Derengketinê ji bo statuya destûrî metirsî çêkir"
Seroka Parlamentoyê destnîşan kir ku derengketina 2 salan a vegera çalakiyên parlamentoyê tenê bandoreke xirab li pêvajoya yasayî ya Herêma Kurdistanê nekir, di heman demê de xeteriyek li ser parastin û mayîna statuya herêmê jî ava kiribû.
Dr. Vala Ferîdê bangî hemû fraksiyonên siyasî yên li parlamentoyê kir û got:
"Divê hemû fraksiyon vegerin da ku erkên xwe yên bingehîn ên yasadanîn û çavdêriyê bi cih bînin.
Çalakkirina parlamentoyê ne gaveke li dijî ti hêz an aliyên siyasî ye, berovajî vê yekê di berjewendiya hevpar a hemû alî û pêkhateyan de ye."
Parastina mafên pêkhateyan
Alîkarê Serokê Parlamentoyê Ramî Nûrî û Sekretera Parlamentoyê Mûna Qehweciyê jî di civînê de piştgirî da daxuyaniyên Seroka Parlamentoyê.
Wan diyar kir ku ji bo misogerkirina mafên hemû pêkhateyên neteweyî û olî yên li Herêma Kurdistanê, çalakbûna parlamentoyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
Nûnerên welatan û konsulên ku beşdarî civînê bûn diyar kir ku ew ji bo bihêzkirina pêvajoya demokratîk ji çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê kêfxweş in.
Dîplomatan hêviya xwe anî zimên ku di pêvajoya li pêş de pêwendiyên xwe yên dualî bi Parlamentoya Kurdistanê re zêdetir bi pêş bixin.


