Wan: Li ser hişyariya bi Kurdî gotinên nijadperest nivîsîn

Duh li 11:38
RÛDAW
Nîşan Wan Hişyariyên Trafîkê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hinek kes an kesan hişyariyên Kurdî yên trafîkê jêbirin û li şûna wan gotinên nijadperestî yên bi Tirkî nivîsîn.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê piştî ku 31ê Adarê ket destê DEM Partiyê, li ser hinek ji rê û cadeyên sereke yên Wanê ligel Tirkî hişyariyên bi Kurdî yên trafîkê “Pêşî Peya” jî nivîsîbûn.

Li gor zanyarî û beşek ji  wêneyên ku li ser medyaya civakî  hatine belavkirin, kes an jî kesên nediyar şeva borî nivîsa Kurdî ya “Pêşî Peya” ya li ser cadeya 2ê Nîsanê ya Wanê jê birine û li şûna wê bi rengê sor nivîsa nijadperestî ya “Tirkiye Tirk e û dê Tirk bimîne” nivîsîne.

“Êrişên bi vî rengî wê nikaribin pêşî li çalakiyên me yên pirzimanî bigirin”

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê derbarê mijarê daxuyaniyek belav kir û êrişa li ser Kurdî şermezar kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da zanîn ku ew dê derbarê kesên ku ev çalakiya provokatîf kirine de pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.

Şaredariyê got, “Êrişên bi vî rengî wê nikaribin pêşî li çalakiyên me yên pirzimanî bigirin.

Em bangî saziyên pêwendîdar, bi taybetî jî saziyên edlî dikin ku derbarê vê nêzîkatiya nîjadperest de bikevin nava tevgerê.”

Şaredariya Wanê piştî nêzikî du serdeman ji rêveberiya qeyûm di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de bi rêjeya ji sedî 55,48 carek din ketibû destê DEM Partiyê û Abdullah Zeydan bû Serokê Şaredariyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst