Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Nobedarên Sînor a parêzgeha Sineyê ya Îranê ragihand ku li ser xeta sînorî di navbera hêzên wan û komeke bi çekan de pevçûn derketiye.
Li gorî daxuyaniya fermandariyê, di pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin û leşkerekî din jî piştî qulibîna maşîneke leşkerî miriye.
Li gorî medyaya Îranê, ev şer roja sêşemê li sînorê navçeya Baneyê ya Rojhilatê Kurdistanê qewimiye.
"Dema kontrolkirina sînor şer derket"
Fermandarê Nobedarên Sînor ê Parêzgeha Sineyê Ehmed Riza Hatemî îro (18ê Çiriya Paşîn) daxuyaniyek belav kir.
Hatemî da zanîn ku li ser sînorê Baneyê di şerê li gel komeke bi çekan de leşkerek hatiye kuştin.
Hatemî destnîşan kir ku şer di dema ger, çavdêrî û dabînkirina ewlehiya sînor de rû daye.
Li gorî agahiyên Hatemî, navê leşkerê ku di şer de hatiye kuştin Emîr Mehdî Kiyanfer e û wî li Baregeha Seyfiyê ya Lîwaya Sînor a Baneyê erkê xwe bi cih dianî.
Medyaya Îranê diyar kir ku Kiyanfer ji bajarê Delîcanê bûye û li bajarê Baneyê leşkeriya xwe dikir.
Angaşta li ser PJAKê
Birêvebirê Giştî yê Binyada Şehîdan ê Parêzgeha Merkeziyê Riza Rebiyî jî daxuyand ku Emîr Mehdî Kiyanfer li ser sînorê Baneyê di şerê PJAKê de hatiye kuştin.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser vî şerê li ser sînorê Baneyê hîn ti daxuyanî nedaye.
Lê belê PJAKê roja sêşemê di daxuyaniyekê de bal kişand ser şerê hefteya borî yê li çiyayên Serdeştê û ragihand ku endama wan a bi nasnavê Dêrsim Behar miriye.
Daxuyaniya PJAKê ya li ser Pêncwênê
Her wiha PJAKê di daxuyaniyeke din de got:
"Komara Îslamî ya Îranê ji demjimêr 19:30î pê ve bi dron û topên hewanê êrişî navendên me yên li Pêncwênê kir. Di heman demê de li ser Çiyayê Asosê dronek digere lê ti zerer negihîştiye hêzên me."
Fermandarê Nobedarên Sînor ê Parêzgeha Sineyê her wiha da zanîn ku fermandarekî bi navê Ebulfezl Fehamê ku li Baregeha Sînorî ya Dunişê ya Lîwaya Baneyê bûye, di dema çavdêriya xeta sînor de ji ber qulibîna maşîneke leşkerî miriye.



