Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Projeya Niştimanî ya Îraqî Şêx Cemal Zarî rewşa siyasî ya Îraqê gotûbêj kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Projeya Niştimanî ya Îraqî Şêx Cemal Zarî îro li Hewlêrê civiyan.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Îraqê û bipêşketinên dawî yên navxweyî yên welêt hatin gotûbêjkirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinê got:
"Her du aliyan tekezî li ser girîngiya xurtkirina hevkarî û hevahengiya di navbera hemû alî û hêzên siyasî yên Îraqê de kir da ku rû bi rûyî astengiyên heyî bibin û bi hev re bixebitin, bi awayekî ku xizmeta ewlehî û aramiya Îraqê û berjewendiya welêt bike."
"Divê Îraq ji aloziyan were dûrxistin"
Serokatiya Herêma Kurdistanê her wiha diyar kir ku pêşhatên dawî yên herêmê mijareke din a hevdîtinê bûn.
Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan ducare kir ku pêwîst e Îraq ji nakokî û aloziyên herêmî were dûrxistin û ewlehî û aramiya wê were parastin.


