Mehmet Atîk: Sedema şewat û agirên mezin DEDAŞ e

26-06-2024
RÛDAW
Serokê Komeleya Karsazên Pişesaziya Çandiniyê ya Amedê Mehmet Atîk/Wêne: Rûdaw
Serokê Komeleya Karsazên Pişesaziya Çandiniyê ya Amedê Mehmet Atîk/Wêne: Rûdaw
Nîşan Mehmet Atîk Çinar Şemrex Amed Mêrdîn Agir Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komeleya Karsazên Pîşesaziya Çandiniyê ya Amedê Mehmet Atîk ragihand ku  zêdetirî 40 sal in li herêma wan kabloyên elektrîkê nehatine guhertin sedema şewat û agiran jî DEDAŞ e.

Karvedan û nerazîbûna li hemberî xemsariya Saziya Elektrîkê yê Dîcleyê (DEDAŞ) ya di şewatên li Amed û Mêrdînê de berdewam in.

Serokê Komeleya Karsazên Pîşesaziya Çandiniyê ya Amedê Mehmet Atîk jî li ser xemsariya DEDAŞê ji Nûçegîhanê Rûdawê Abdulselam Akincî re axivî.

Mehmet Atîk ji Rûdawê re got ku heta niha wan çend caran ji DEDAŞê re gotiye, kabloyên elektirîkê biguherin lê ev zêdetirî 40 sal in kablo nehatine guhertin.

Mehmet Atîk da zanîn ku herî dawî kablo ango têlên elektrîkê di salên 1970yî de hatine guhertin û ji wê demê ve ti guhertin di kabloyan de nehatiye kirin.

“Ya ku me dişewitîne DEDAŞ e”

Mehmet Atîk di berdewamiya axaftina xwe de behsa xemsariya DEDAŞê jî kir û wiha got:

"Ev 10 sal in em dibêjin têlên xwe biguherînîn lê ew wê nakin. Herî dawî ew têl salên 1970yî de hatibûn danîn.

Em ji wan re dibêjin, ‘birayê min têlan biguherînin agir davêje zad û zeviyan’ lê guhdar nakin.

Elektrîkê qut dikin û ji nişka ve dîsan berdidin û têlên wan diqetin li nava zad û zeviyan agir derdikeve.

Me dev ji cotkariyê berdaye em bi xwe êdî bûne wekî tîmên îtfayeyê. Aniha bipirsin bibêjin, ‘Mehmet Atîk kî ye? ’ dê bibêjin; ‘midûrê Îtfaiyeyê ye’ ya ku me dişewitîne DEDAŞ e.

Me ji miletê xwe re gotiye, ‘heta ku her kes dexl û danê xwe zade xwe raneke ti kes pirêzeyan neşewitînîn’ belkî ji sedî kesek pirêzeyan dişewitîne. 

Ez ji we re bibêjim ti kes qotika çixareya xwe navêje. Xelkê me dizane û agahdar e.

“Divê helîkopter hebin û mudaxaleyî agir bikin”

Mehmet Atîk di berdewamiya axaftina xwe de behsa tedbîran jî kir û wiha berdewam kir:
“Yekem divê DEDAŞ têlên xwe nû bike.

Rojekê me nedît berpirsekî dewletê li ser wî karê DEDAŞê axivî.

Wezareta Çandinî û Daristanan çawa agir li nava daristanan derdikeve mudaxale dike divê li cem me jî helîkopter hebin û mudaxaleyî agir bikin.

Pêwîst e navendên îtfaiyeyê hebin cihên wan hebin û erebeyên wan hazir bin her dema pêwîst bû divê mudaxale bikin."

20ê Hezîranê di navbera li gundên Çinar û Şemrexê de şewateke mezin çêbû û di encamê de 15 kesan canê xwe ji dest da û 80 kes birîndar bûn û xisareke gelekî mezin a madî çêbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst