Li 4 bajaran di nava 2 rojan de bi hinceta PKKê 45 kes hatin desteserkirin

26-05-2023
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Riha Dîlok Erzerom PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi hinceta “alîkarî û endamtiya PKKê” di nava 2 rojan de li parêzgeha Colemêrgê 28, li Rihayê 8, li Dîlokê 5 û li Erzerom a Bakurê Kurdistanê jî 4, bi giştî 45 kes hatin desteserkirin.

Tîmên Rêveberiya Ewlekariya Colemêrg a Bakurê Kurdistanê roja 25ê Gulanê bi ser gelek malan de girtin û bi “hinceta alîkarî û endamtiya rêxistinê” 28 kes desteser kirin. Kesên hatin desteserkirin bo Rêveberiya Ewlekariya Colemêrgê hatin birin.

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, roja 25 ê Gulanê bi “hinceta endamtiya PKKê” 8 kes hatin desteserkirin. Kesên hatin desteserkirin bo Rêveberiya Ewlekariya Rihayê hatin birin.

Herwiha heman rojê li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê bi “hinceta PKKê” 5 kes û li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê jî 4 kes hatin desteserkirin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên emnî rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst