Her du çavên xwişka xwe derxistin

26-03-2025
Herdî Mihemmed
Herdî Mihemmed
Her du çavên xwişka xwe derxistin / Wêne: Rûdaw
Her du çavên xwişka xwe derxistin / Wêne: Rûdaw
Nîşan Kerkûk Pirsgirêk
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) - Li Kerkûkê kesekî êrişî xwişka xwe kir û bi tornavîdayê her du çavên wê derxistin.

Nûçegihanê Rûdawê da zanîn, jinikê her du çavên xwe ji dest dane û fermana desteserkirin brayê wê derketiye.

Li gorî agahiyên nûçegihanê Rûdawê Herdî Mihemed, navê jinikê Cemîle Husên Kazim e û sala 1959an ji dayîk bûye û bi birayê xwe Taha Husên re dijî.

Hevjînê Cemîle Husênê miriye û zarokên wê jî nînin.

Nûçegihanê Rûdawê Herdî Mihemed ragihand:

“Ew bi xwe sedema bûyerê vedigerîne ser wê yekê, birayê wê xwestiye erdekî ku tapoyê wê yê her duyan e, bifiroşe û wê jî rê li ber girtiye.”

Taha Husên li ser bûyerê ji kes û karên xwe re ragihandiye, “Pêwendiya wê bi tapoyê re nîne, ji ber pirsgirêkeke civakî bûye.”

Li gorî agahiyan jinika her du çavên xwe ji dest dane dê sibe were emeliyatkirin.

Taha Husên heta niha nehatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst