Li Erzinganê qeza: Kesek mir û 9 kes jî birîndar bûn

26-01-2024
RÛDAW
Nîşan Erzingan Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê wesayita girtîgehê û otomobîlek li hev qulibîn.

Di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn ku 6 ji wan leşker in.

Li gorî zanyariyan îro li ser rêya sereke ya Erzingan-Sêwazê wesayita girtîgehê ku kesek bi navê Abuzer B. diajot û otomobîla ku welatiyê bi navê Mehdî G. diaojot li hev qulibîn.

Di bûyerê de kesekî bi navê Yakup Demîr ku di otomobîlê de bû canê xwe ji dest da û 6 leşker û 2 fermanberên di wesayita girtîgehê de li gel kesek din birîndar bûn.  

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Erzînganê.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê lêkolîn hat destpêkirin.

Di van rojên dawî de ji ber berf û barana zêde û bandorên neyînî yên keşûhewayê li Bakurê Kurdistanê qeza zêde bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst