Fesîh Bozan: Pirsa Kurd bi operasyonan çareser nabe û her mezin dibe

25-11-2019
RÛDAW
Serokê Partiya Saadetê yê Şaxa Amedê Fesîh Bozan bû mêvanê birgeya Taştê ya bernameya Nûrojî Dostan a Rûdawê
Serokê Partiya Saadetê yê Şaxa Amedê Fesîh Bozan bû mêvanê birgeya Taştê ya bernameya Nûrojî Dostan a Rûdawê
Nîşan Fesîh Bozan Partiya Saadetê AKP Kurdistan Pirsa Kurd Rojava Sûriye Erbakan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Saadetê yê Şaxa Amedê Fesîh Bozan derbarê dibêje Kurd miletekî cuda ne û divê hemû mafên wan weke miletên din bên dayîn û derbarê çareserkirina Pirsa Kurd de jî tekez dike, “Pirsa Kurd bi operasyonan çareser nabe û her ku diçe mezin dibe.”

Serokê Partiya Saadetê yê Şaxa Amedê Fesîh Bozan bû mêvanê birgeya Taştê ya bernameya Nûrojî Dostan a Rûdawê û derbarê polîtîkayên partiya xwe, pirsa Kurd, rewşa siyasî ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û dawîn pêşhat û rûdanên de bersiva pirsên peyamnêrê Rûdawê Mehdî Mutlu da.

Serokê Partiya Saadetê yê Şaxa Amedê Fesîh Bozan derbarê cudabûna Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ji Partiya Saadetê û rê û rêbazên herdu aliyan de dibêje, “‘Nêrîna netewî, hinek prensîbên me yên sereke hene, heq, hiqûq, dadwerî, biratî, ji bo polîtîka derve yekitiya îslamî, bo aboriya hindûr berhemanîna xwecihî û pêşiyê jî exlaq û manewiyat ku mirov nêrîn, ol û rabûn û rûniştina xwe li gor wê pêk bîne.”

Lêbelê Fesîh Bozan derbarê cudabûna AKPê ji Saadetê jî dibêje, “Di polîtîkaya derve de, wan gotin ku eger em li gel Amerîka û Ewropayê kar nekin, nahêlin em werin ser desthilatê û me li ser desthilatê jî nahêlin. Ji bo fikra wan bi vî rengî guherî, em ji ‘Nêrîna Netewî’ cuda bûn û partiyeke din ava kirin” û herwiha derbarê polîtîkayên AKPê de jî tekez dike, “Rê, rêbaz û prensîbên me bi temamî ji hev cuda ne. Ji xwe siyaseta her partiyekê jî li gor rê, rêbaz û prensîbên wan e. Di temama kiryarên wan de, bo nimûne, dadwerî nirxeke hevbeş a mirovahiyê ye, lê ew ji vê yekê dûr ketine.”

Fesîh Bozan dibêje polîîtkaya partiya wî ji bo çareserkirina pirsgirêkan ew e ku divê hemû dewletên navçeyê, Herêma Kurdistanê û Kurd li gel hev rûnin û bi wî awayî pirsgirêkên xwe çareser bikin û lê derbarê AKP de dibêje, “ew bi temamî li ser dîtineke neteweperest, li ser nêrîneke nijadperest in û bi temamî di eniya li dijî Kurdan de cih girtine û li ser vê yekê polîtîkayên xwe pêş dixin.”

Derbarê êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê jî ku Serokê Giştî yê Saadetê Temel Karamollaoglu piştgirî dabû wê êrişê, Fesîh Bozan dibêje, “Divê em du tiştan ji hev cuda bikin, meseleya terorê û meseleya mafên Kurdan, mexdûriya Kurdan divê em ji hev veqetînin. Îro her dewlet divê li hember terorê sînor, milet û gelê xwe biparêze.”

Serokê Partiya Saadetê yê Şaxa Amedê dibêje jî, “Lê di meseleya êrişa bo ser Sûriyê de em pir ji dil nabînin ka gelo ev operasyon li dijî terorê ye an bo tiştekî din e” û li ser pirsa, ‘Gelo hûn vê yekê çima bi aşkere nabêjin jî Fesîh Bozan helwest û bandora medyayê nîşan dide û diyar dike, “Partî neçar e, hevsengiyê jî li ber çav bigire. Bakur, başur, rojhilat û rojavayê Tirkiyê, bo nimûne him berteka gel û bandora medyayê gelek heye ku mirovî terorîze dikin, ji ber vê yekê partî hinekê bi baldarî tev digere. Lê em weke partî, li şûna kuştin, pevçûn û tundiyê em dixwazin diyalog, axavtin û aştî hebe û bi vî rengî pirsgirêk bên çareserkirin.”

Li ser pirsa Kurd li Tirkiye û navçeyê jî Fesîh Bozan tekez dike ku Tirkiye ev bi dehan sal e operasyonan pêk tîne lê ti encamek bidest nexistiye û radigihîne, “Ji ber ku Tirkiye ev 50 sal e, li hindûr, li Sûriyê, li Iraqê operasyonan dike, ev 50 sal e, 50 hezar mirov hatine kuştin, ewqas pirsgirêkên aborî rû dane, lê mesele nehatiye çareserkirin û her ku diçe mesele mezin dibe. Em weke partî li hemberî tundiyê ne, kîjan alî mafdar be jî divê wê mafdarbûna xwe bi tundiyê na bi diyalogê çareser bike.” Ew perpirsê Saadetê dibêje, “dewletê jî mafê wê heye li hemberî tundiyê, terorê xwe û xelkê xwe biparêze” lê tekez dike, “Em weke partiya Saadetê dibêjin heq û hiqûqa Kurdan a îslamî û mirovî çi bin divê bi diyalogê ev bên dayîn.”

Serokê Partiya Saadetê yê Şaxa Amedê Fesîh Bozan derbarê polîtîka, xebatên partiuya xwe yên li ser pirsa Kurd û herwiha helwesta partiya xwe ya li ser meseleya zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dibêje, “Mafê xwendin û fêrkirina bi zimanê dayikê divê di destûrê de cihê xwe bigire û ev maf bê dayîn. Lê ji bo ku bibe weke zimanê fermî yên duyem di nav dam û dezgehên dewletê de, hinekê dem pêwîst e ji bo ku civak û şert û merc amade bibin.” Fesîh Bozan diyar jî dike, “Li navçeyê her tiştê em ji xelkê dibihîzin, dibînin, em vediguhêzên bo navenda giştî û di vî warî de ti astengek li pêş me nayê danîn.”

Ew berpirsê Saadetê li Amedê, derbarê, “Çima xelk dengê xwe nade Saadetê li Kurdistanê?” îtîrafê bi kêmasiyên partiya xwe dike û dibêje, “Di vî warî de kêmasiyên me jî hene, di meseleya herêmê de, meseleya Kurdan de divê Saadet gavên zêdetir biavêje. Siyaset tiştekî wisa ye ku divê mirov hesaba, Tirkan, Kurdan û Ereban jî li ber çav bigire û li gor wê tev bigere. Em vê yekê qebûl dikin ku miletê Kurd mafên wan weke mirovî, tiştê ku Xwedê daye ji bo herkesê hemû yek in, Xwedê reng û zimanan jî weke ayetên xwe dibîne. Lewma di pirsa Kurdan de, yanî Kurd miletek û nijadekî cuda ne, em vê qebûl dikin.”

Fesîh Bozan dibêje jî, “Lê em weke Kurd, Ereb,Tirk çiqas ji hev cuda bibin ewqas li hemberî emperyalîzmê lawaz dibin û zêdetir dibin pareyekî biçûk, ji ber hindê divê hemû bên li gel hev yekitîyekê çê bikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bi destê Amerîka û Rûsyayê meseleyên em çareser nabin, taybetî jî piştî 1980an polîtîkaya wan ew e milet bi hev bidin kuştin ku tim kaosek hebe. Ew şeran didin destpêkirin û divê em bizanin ew ne dostên me ne.”

Serokê Partiya Saadetê yê Şaxa Amedê Fesîh Bozan ji navçeya Qoser a Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye û weke ew dibêje, sala 1975an ji Qoserê koç kirine. Fesîh Bozan di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2019an berbijêrê Partiya Saadetê yê bo Şaredariya Amedê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst