Serok Barzanî ji bo salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê peyamek belav kir

25-09-2023
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî ji bo 6emîn salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê peyamek belav kir.

Li Başûrê Kurdistanê 25ê Îlona 2017an referandûma serxwebûnê hat kirin.

Di referandûmê de zêdetirî ji sedî 72ê dengderan çûne ser sindoqan û ji sedî 92,7ê beşdaran dengê ‘Belê’ da û wan xwest ji Îraqê cihê bibin.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de got:

“Pîroz e, roja serkeftina îradeya gel.”

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê

Îro 6emîn salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ye.

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê 25ê Îlona 2017an hat lidarxistin.

Xelkê Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 92.7 piştgirî da serxwebûna Başûrê Kurdistanê.

Pêvajoya Referandûmê

Roja 7ê Hezîrana 2017an li bajarokê Pîrmamê yê Hewlêrê, bi serokatiya Serok Barzanî bi aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re civînek hat lidarxistin.

Di vê civînê de roja 25ê Îlona 2017an wekî roja sazkirina referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê hat diyarkirin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû), Bizava Îslamî ya Kurdistanê (Bizûtnewe), Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK), Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, Partiya Rencder û Zehmetkêşên Kurdistanê, Partiya Pêşveçûn û Çaksaziyê ya Kurdistanê, Lîsteya Tirkmenan a Hewlêrê, Eniya Tirkmenên Îraqê (ITC), Partiya Geşepêdana Tirkmenî, Lîsteya Ermenî ya Parlamentoya Kurdistanê, Tevgera Civaka Demokratîk a Asûrî û Meclîsa Asûrî û Keldanî beşdarî vê civînê bûn.

Hikûmeta Navendî ya Îraqê û welatên cîran li dijî biryara referandûmê derketin.

Li aliyê din, hemû Kurdên cîhanê piştgirî da Referandûma Serxwebûna Kurdistanê.

400 çavdêrên biyanî û 2 hezar çavdêrên xwecihî di pêvajoya referandûmê de amade bûn.

Herwiha 159 dezgehên ragihandinê yên biyanî û 500 dezgehên ragihandinê yên herêmî ji nêz ve pêvajo şopand.

Di referandûma serxwebûnê de ku li Herêma Kurdistanê û navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hat kirin, ji dengderan hat pirsîn, “Hûn dixwazin navçeyên derveyî Herêma Kurdistanê û rêveberiya wê serbixwe bin?”

Di referandûma Serxwebûna Kurdistanê de ku di 25ê Îlonê de hat kirin, mafê dengdanê yê 4 milyon û 561 hezar û 255 kesan hebû.

3 milyon û 305 hezar û 925 kes ji wan jî çûn ser sindoqan.

Ji sedî 72yê xelkê beşdarî referandûmê bû û 2 milyon û 861 hezar û 471 kesan dengê “Erê” da.

Di referandûmê de ji sedî 92,73 dengê “Erê” derket.

Hin welat bi taybetî Îraq, Tirkiye û Îran li dijî referandûmê û encamên wê derketin. Herwiha Amerîka û hin welatên din jî li dijî derketin.

Endamên polîtburoya PDK û YNKyê 15ê Çiriya Pêşîn a 2017an li navçeya Dukanê ya Silêmaniyê di bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî û Serokkomarê Îraqê Fuad Masûm de hatin cem hev.

Wan ragihand ku “Hêzên Kurdistanê di rewşa niha de amade ne ku li gorî prensîbên destûrî û berjewendiyên Bexda û Hewlêrê bê merc danûstandinan bikin.”

Ambargoya li ser Kurdistanê

Parlamentoya Îraqê biryara redkirina encamên referandûmê derxist.

Serokwezîrê Îraqê yê wê demê Heyder Ebadî xwest ku “Îraq ji bo parastina yekparçeyiya axa xwe û şerê li dijî tevgerên cudaxwaz hemû tedbîrên pêwîst bigire”.

14ê Îlonê rêveberiya Bexdayê Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ku piştgirî dabû referandûmê ji kar dûr xist.

Piştî hevdîtinên di navbera Bexda, Enqere û Tehranê de, gefa dorpêçên aborî û ambargoyê li Herêma Kurdistanê hat xwarin.

Enqereyê esmanê xwe ji ber Herêma Kurdistanê girt û geştên ber bi balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê jî qedexe kirin.

Li aliyê din Îranê deriyên xwe yên sînorî yên bi Herêma Kurdistanê re girtin.

16ê Çiriya Pêşîn a 2017an bi vekişîna hin yekîneyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ve, artêşa Îraqê û Heşda Şeibî ber bi navçeyên Kurdistanî û di serî de ber bi Kerkûk û Xurmatûyê ve çûn.

Piştî ku ew hêz derbasî nav Kerkûkê û deverên din ên Kurdistanî bûn, malbatên Tirkmen û Ereb ên ku piştgirî dabû referandûmê û herwiha bi dehan hezar Kurd neçar man malên xwe biterikînin.

Serkeftinên dîplomatîk

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê wê demê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re Kanûna Pêşîn a 2017an li ser vexwendina Fransayê çû Parîsê.

Nêçîrvan Barzanî, li Koşka Elyseeyê bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kir.

Fransayê piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn piştgiriyeke dîplomatîk da Herêma Kurdistanê.

Fransayê ji Bexdayê xwest ku mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bide.

Macron ji bo asayîkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê bû navbeynkar.

Serokwezîrê wê demê Nêçîrvan Barzanî jî di encama dîplomasiya xwe de şerê navxweyî yê ku dê li Îraqê bibûya sedema karesateke mirovî ya mezin rawestand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst