Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku ji bo lêpirsîna li ser Hevşaredarê Mehmûdiyê yê DEM Partiyê Davut Acar destûr hatiye dayîn.
Ev biryar bi hinceta ji ber “xemsariya di bûyera êrişa kûçikên bêxwedî” de hat dayîn.
Di wê bûyerê de li navçeya Mehmûdiyê (Sêrê) ya Wanê, zarokekî 5 salî yê bi navê Hamza Ozsoy canê xwe ji dest dabû û zarokekî 9 salî yê bi navê Ayaz Ozsoy jî birîndar bûbû.
Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku lêkolîna mufetişên sîvîl a derbarê bûyera 29ê Nîsanê de bi dawî bûye.
"Erkên xwe bi cih neanîne"
Wezaretê eşkere kir ku piştî lêkolîneke berfireh hat tesbîtkirin ku Şaredariya Mehmûdiyê erkên xwe yên qanûnî bi cih neanîne.
Ev erk komkirin, xwedîkirin û rehabîlîtekirina ajelên bêxwedî ne.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Tevî ku ji aliyê welatî, muxtar û saziyên fermî ve gelek daxwazên nivîskî û devkî hatine kirin jî şaredariyê ajelên bêxwedî kom nekirine.
Şaredariyê ji bo ku ajelan kom neke îdia kiribû ku 'otomobîlên wan tune ne'.
Lê belê berovajî vê îdiayê, bi belgeyên fermî hat piştrastkirin ku otomobîla taybet a ji bo vê xizmetê li şaredariyê hatiye vegerandin."
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin:
"Piştî nirxandina îfadeyên hemû aliyan û belgeyên berbiçav, hat tesbîtkirin ku di vê bûyera biêş de berpirsiyarî û xemsariya Hevşaredarê Serayê Davut Acar heye.
Ji ber vê yekê ji bo lêpirsîna li ser wî destûr hat dayîn."

.webp&w=3840&q=75)

