Li Amedê bûyera trafîkê: 9 birîndar

25-06-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Amed Qeza Mînîbus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, îro mînîbuseke rêwiyan ji rê derket û li dîwarê avrêjkê qelibî û di encamê de 9 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan îro 25ê Hezîrana 2023ê li ser rêya Çêrmûk-Erxeniyê mînîbusa şofêrê wê Abdulmutalip Şen ji rê derket û li dîwarê avrêjkê qelibî.

Di encama bûyerê de şofêr Abdulmutalip Şen û 8 rêwiyên di mînîbusê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. 8 birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda hatin veguhestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst