Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlekê li kesên ku li ber deriyê malê rûniştibûn xist.
Di vê qezayê de kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn ku 4 ji wan zarok in.
Otomobîla ku A.Y.yê 19 salî diajot ji kontrola ajokarê xwe derket û kesên ku li ber deriyê xaniyekî rûniştibûn da.
Di qezayê de Ayşe I.ya 68 salî li cihê bûyerê mir.
Zarokên bi navên A.I. (12), A.I. (6), N.A.I. (5), A.I. (3) û ajokar A.Y. birîndar bûn.
Rewşa du zarokan giran e
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Birîndar piştî midaxeleya pêşî ya tîmên tenduristiyê bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.
Hat zanîn ku rewşa du zarokan giran e.
Ajokar A.Y. ji aliyê cendirmeyan ve hat desteserkirin.



