Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Şaxa 4an a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Silêmaniyê Arî Hersîn ragihand ku bipaşketina avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê "çirke bi çirke zererê dide Herêma Kurdistanê û berjewendiyên xelkê."
Arî Hersîn beşdarî bultena saet 12:00an a Rûdawê bû ku Senger Ebdulrehman pêşkêş dikir.
Wî amaje bi girîngiya civîna lûtkeyê ya di navbera PDK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de kir û ev lûtke wekî "nûçeyeke gelekî xweş" bi nav kir û diyar kir ku ev civîn dê bibe sedema nêzîkbûna her du aliyan, çalakkirina parlamentoyê û avakirina kabîneya dehem.
Girîngiya civîna lûtkeyê
Arî Hersîn destnîşan kir ku piştî demeke dûrketinê, ev civîn ji bo hevtêgihiştinê derfeteke baş e û got, "Ev ji bo hevtêgihiştinê û biryara çareserker derfeteke baş e."
Sedemên nêzîkbûnê
Birêvebirê PDKyê diyar kir ku li pişt vê nêzîkbûnê gelek sedem hene û “rewşa siyasî ya nearam a Rojhilata Navîn û hesta berpirsyariyê ya partiyan a li hemberî berjewendiyên xelkê û serweriya axa Kurdistanê” wekî sedem nîşan dan.
Her wiha amaje bi destpêşxeriya (înîsiyatîv) Serok Mesûd Barzanî ya ji bo komkirina aliyên siyasî kir.
Arî Hersîn bal kişand ser rola kesayetên wekî Selahedîn Behaedîn û Mihemedê Hacî Mehmûd a di amadehîya vê civînê de.
Rexne li medyaya civakî
Arî Hersîn rexne li şêwazê dan û standinên bi rêya medyaya civakî girt û got:
"Nabe em û YNK aqilê xwe bidin destê Facebook û Instagramê.
Nabe em guh bidin wan gotinên ku li wir tên kirin û nabe em bi rêya Facebook û Instagramê dan û standinan bi hev re bikin."
Hersîn diyar kir ku dan û standina rast ew e ku alî "li ser maseya guftûgoyê rûnin, sebra wan hebe û guh bidin hevdû."
Berjewendiya neteweyî
Arî Hersîn diyar kir ku nakokiyên di navbera PDK û YNKyê de ti carî ji berjewendiyên gelê Kurd û serweriya axa Kurdistanê ne girîngtir in û anî zimên:
"Beriya her tiştî divê em Kurd bin.
Çi nakokî di navbera me de hebin, ew ji berjewendiya gelê Kurd û serweriya axa pîroz a Kurdistanê ne girîngtir in."
Arî Hersîn hêvî kir ku niyeta pak û paqij bibe sedema serkeftina diyalogê û got:
"Ev destpêşxeriyeke baş e, bi xwestina Xwedê dê xêr û bereketê ji bo Kurdistanê bîne.
Parlamentoya Kurdistanê dê careke din çalak bibe û di demeke herî nêzîk de kabîneya dehem dê were avakirin."


