Li Kobaniyê dirûna ceh dest pê kiriye

25-05-2023
Hisên Omer
Li Kobaniyê dirûna ceh dest pê kiriye
Li Kobaniyê dirûna ceh dest pê kiriye
Nîşan Kobanî Ceh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bêhtirî hefteyekê ye, dirûna ceh dest pê kiriye. Endezyarê Çandiniyê Mihemed Îsmaîl ji Rûdawê re got berhema îsal pir baş e û tu pirsgirêk tune ne.

Zeviyên cih li derdora Girê Miştenûrê yê Kobanî ne. Wekî di dîmenên ku taybet ji Rûdawê re hatine şandin diyar dibe, ku berhemeke baş di nav simbilên xwe de hitîne. Ew çaverêyî dirûnê ne. Ji bêhitî hefteyekê ve, dirûna ceh li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye.

Mihemed Îsmaîl, endezyarê çandiniyê ji herêma Kobanî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got berhema îsal pir baş e û tu pirsgirêkên dirûna ceh nîn in.

Endezyarê Çandiniyê Mihemed Îsmaîl anî ziman, “Îsal bi awayekî giştî mûsima ceh û genim baş bû. Niha dest bi çinîna ceh bûye.”

Mihemed Îsmaîl ê ku pisporê guhdana bi çandiniyê ye û xwediyê dermanxaneyekê ye di vê derbarê de got ku bihayê ceh li bazarê erzan e.

Endezyarê Çandiniyê Mihemed Îsmaîl got, “Nirxê wê li bazarê hinekî erzan bûye.”

Îsal ji bo yekemîn car, Rêveberiya Xweser nirxê genim û ceh bi dolar destnîşankiribû. Li gorî biryara Rêveberiya, 1 kg genim dê bi 43 centên Amerîkî ji cotyaran were wergirtin. Di debarê ceh de, Rêveberiya Xweser bihayê 1 kg ceh bi 35 centên Amerîkî destnîşan kiriye lê biryara wernegirtina ceh ji cotyaran, hîştiye ku ev nirx ne misogerkirî be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst