Berê Erdogan li Wanê ye lê derdê xelkê aborî ye

25-01-2025
Ferdî Sak
Recep Tayyîp Erdogan\ Wêne: Arşîv
Recep Tayyîp Erdogan\ Wêne: Arşîv
Nîşan Recep Tayip Erdogan Necdet Takva Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Geştyariya Wanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dê îro serdana Wanê bike û tevlî Kongreya AK Partiyê ya Wanê bibe.

Serdana Erdogan di demekê de ye ku xelk ji rewşa aborî dinal e û Serokê Odeyê Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê diyar kir ku li ser rewşa aborî ya bajêr dê raporekê bidin Recep Tayyîp Erdogan.

Wan wekî paytexta geştyariyê ya Bakurê Kurdistanê tê naskirin lê ji ber çend pirsgirêkan dinale û ya herî giran jî rewşa xirab a aborî û bêkarî ye.

"Em nikarin debara xwe bikin"

Welatiyekî Wanê li ser krîza aborî ji Rûdawê re got:

"Rewşa aborî gelekî xirab e. Kes nikare bibêje ku debara xwe dike.

Pêwîst e ku serokkomar vê rewşê çareser bike. Eger em wekî civak jî piştgiriyê bidin hev dê rewş baş bibe.

Divê em pirsgirêkên bêkarî û aborî bînin ziman."

Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Wanê li ser rewşa aborî, bêkarî, veberhênan, proje û pirsgirêkên bajêr raporeke berfireh amade kiriye û biryar e îro pêşkêşî Erdogan bike.

“Em dixwazin Deriyê Serzêrê were modernîzekirin”

Serokê Odeyê Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê Necdet Takva derbarê rapor û daxwazên xelkê ji Rûdawê re got:

"Hatina birêz serokkomar ji bo Wanê tiştekî girîng e û divê ev serdana wî ji bo me bibe derfeteke mezin.

Me wekî Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê derbarê 11 pirsgirêkên ku bilez divê li Wanê bên çareserkirin raporek amade kiriye."

Takva da zanîn ku daxwaza wan a yekem ew e ku rêya di navbera Wan û Şirnexê de bê temamkirin da ku têkiliyên Wanê û Herêma Kurdistanê xurt bibin.

Serokê Odeyê Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê got, "Herwiha em dixwazin Deriyê Sînorî yê Serzêrê were modernîzekirin û jêrxana bajêr bê bihêzkirin.

Divê alîkarî ji bo bazirganên me jî were kirin."

Li gorî amaran, Wan di mezinahiya rûber de 5emîn, di warê nifûsê de 19emîn û di nifûsa ciwanan de jî 7emîn parêzgeh e li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Mixabin di bêkariyê de di rêza duyem û di hejariyê de jî di rêzên sereke de ye û ji hikûmetê li benda gavên zêdetir ên aborî û veberhênanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst