Siyasetmedarê Kurd Pênciwênî: Çekdanîn ne hêsan e

25-01-2025
RÛDAW
Mihemed Emîn Pênciwênî /Wêne: Rûdaw
Mihemed Emîn Pênciwênî /Wêne: Rûdaw
Nîşan PKK Abdullah Ocalan Tirkiye Kurd Pênciwênî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pênciwênî got, "Çekdanîn ne hêsan e û PKK garantiya navneteweyî dixwaze."

Mihemed Emîn Pênciwênî beşdarî bernameya Nîvrojê ya Rûdawê ya Senger Ebdulrehman pêşkêş dike bû "pêvajoya çareseriyê" û hevdîtinên bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re nirxandin.

Pênciwênî amaje bi wê yekê kir ku di demeke nêz de Abdullah Ocalan dê nameyekê ji Qendîlê re bişîne.

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ku ji Wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldanê pêk tê 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocala re hevdîtinek pêk anîbû.

Şande cara duyem 22yê Kanûna Paşîn a 2025an çû Girava Îmraliyê û li gel Ocalan hevdîtinek pêk anî.

Siyasetmedarê Başûrê ji Kurdistanê Mihemed Emîn Pênciwênî ku berê pêwendiyên wî bi Ocalan re hebûn û niha jî bi endamên şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê re gotûbêj hene diyar kir, şandeya Îmraliyê ji wî re gotiye ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan a li Tirkiyeyê, Abdullah Ocalan bi şev û roj kar dike.

Pênciwênî amaje bi wê yekê jî kir, "Çekdanîn ne hêsan e. PKK garantiyê dixwaze û divê welatên mezin jî di navberê de bin."

Li aliyê din Pênciwênî da zanîn ku ew roja înê bi telefonê bi Pervîn Buldanê re axiviye û li rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan pirsiye û Buldanê bersiv daye û gotiye:

"Moralê wî bilind e û tenduristiya wî gelekî baş e, mijûlî vê pêvajoya aştiyê ye ku dê bibe pêvajoyeke yasayî li Parlamentoya Tirkiyeyê."

"Divê pirsgirêka Kurdan li Parlamentoya Tirkiyeyê were çareserkirin"

Mihemed Emîn Pênciwênîgot, wî ji Pervîn Buldanê pirsiye ku hevdîtinên wan ên derbarê pêvajoya aştiyê yên li gel aliyên siyasî yên Tirkiyeyê yên desthilatdar û mixalefetê çawa derbas bûne? Di bersivê de endama şandeya Îmraliyê gotiye:

"Hemû dîtinên wan li ser wê yekê ne ku divê pirsgirêka Kurdan bi awayekî aştiyane û bi diyalogê di rêya parlamentoyê re were çareserkirin."

Bi baweriya Pênciwênî, eger pirsgirêka Kurdan û PKKyê li gel Tirkiyeyê li parlamentoya wî welatî were çareserkirin, ew dê bibe "destkefteke mezin ji bo Kurdan", bi wî mercî ku bi yasa û di destûrê de hebûna Kurd û mafên wan were naskirin.

"Ocalan şev û roj ji bo pêvajoyê dixebite"

Mihemed Emîn Pênciwênî ragihand ku li gorî wan agahiyên ku wî ji endama şandeya Îmraliyê wergirtine, Abdullah Ocalan "bi şev û roj dixebite da ku ev pêvajo ber bi pêş ve biçe û di rêya parlamentoyê re pirsgirêka PKK û Kurdan were çareserkirin."

Roja 1ê Çiriya Pêşîn a 2024an, ji aliyê Serokê Partiya MHPyê Devlet Bahçelî ve gavek ji bo pêvajoya aştiyê hat avêtin û wî bi destê çend parlamenterên DEM Partiyê girt.

Bahçelî roja 26ê Çiriya Paşîn a 2024an jî gaveke din avêt û di civîna heftane ya fraksiyona partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de got:

"Em li bendê ne ku civîna rûbirû ya di navbera Îmralî û DEM Partiyê de bê derengxistin pêk were."

Piştî wê banga Serokê MHPyê, DEM Partiyê ji bo civîna li gel Abdullah Ocalan, daxwazname pêşkêşî Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê kir.

Daxwaznameya wan hat pejirandin û şande 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an çû Îmraliyê û li gel Ocalan civiya û 22yê vê mehê jî ji bo cara duyem şande çû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anî.

Mihemed Emîn Pênciwênî got: "Ew gotinên Devlet Bahçelî kirine tiştên baş in.

Cara yekem e berpirsekî mezin ê Tirkiyeyê gotinên wiha bike, bi taybetî Bahçelî ku wekî kesekî ji partiya nijadperest tê naskirin û aqilê dewleta kûr a Tirkiyeyê ye.

Ew were ser wê yekê û bibêje divê doza Kurd li derveyî şer were çareserkirin, tiştekî baş e."

Bi gotina Pênciwênî, serdana şandeya DEM Partiyê ya ji bo aliyên Tirkiyeyê ji bo wê yekê ye ku wan razî bikin ku pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê were çareserkirin.

Mihemed Emîn Pênciwênî ji devê Pervîn Buldanê veguhest:

"Nerîna hemû wan partiyên ku em bi wan re civiyan û nerîna hemû kesayetiyan ji Tirk û Kurd û yên din, hunermend, siyasetmedar û rewşenbîran bûye rapor û dane bi Birêz Ocalan.

Pişt re ew nirxandinê li ser dike û ew jî di bin ronahiya wan de li gel wê şandeya hikûmeta Tirkiyeyê guftûgo dike ku carinan serdana wî dikin."

Mihemed Emîn Pênciwênî di salên beriya girtina Ocalan de çend caran rêberê PKKyê dîtiye û ji nêzîk ve hevdû nas dikin.

Wekî ku Pênciwênî dibêje, "Niha şandeya Hikûmeta Tirkiyeyê carinan serdana (Ocalan) dike û nerîna wî werdigirin, hemû nerîn di dawiyê de diçin parlamentoyê û li wir biryarek tê dayîn."

"Ocalan dê nameyekê ji Qendîlê re bişîne"

Pênciwênî amaje pê kir ku wî ji Pervîn Buldanê pirsiye ku behsa pêvajoya aştiyê dikin û şandeya wan heye, lê "hevalên Qendîlê dibêjin heta îro ti peyama fermî ji aliyê Serok Ocalan ve ji me re nehatiye."

Derbarê bersiva pirsê de Mihemed Emîn Pênciwênî got: "Pervîn Buldanê ji min re got, Serok (Ocalan) amadehiyan dike ji bo nameyeke di şêweya raporê de ku hemû mijarên ji destpêkê heta niha tê de zelal bike û di van rojan de dê bigihe Qendîlê û ew jî dê nerîna xwe vegerînin.

Biryar e di carên bê de dema şande vegere cem Birêz Ocalan, nerîna Qendîlê bigihînin wî."

Derbarê dema gihiştina nameyê ya Qendîlê, Pênciwênî got ku ew nizane ka şande dê nameyê bibe yan kesên din lê dê di demeke nêz de bigihîje.

"Çekdanîn ne hêsan e"

Derbarê daxwaza beşeke ji berpirsên Tirkiyeyê ku dibêjin bila Ocalan daxwaza çekdanînê ji PKKyê bike, Pênciwênî wiha anî ziman:

"Mijara çekdanînê mijareke mezin e. Di pêvajoya berê ya çareseriyê de ez bi xwe di navbeynkariyê de bûm û çend caran çûm Enqereyê û min berpirsên bilind dîtin.

Ev mijar her dihat behskirin lê ev bernameyekê dixwaze û lihevkirinê dixwaze.

Mijara çekdanînê ne ew qasî hêsan e ku hêzeke leşkerî ku jê re gerîla tê gotin û nêzîkî 40 sal in li gel dewletekê şer dike wisa çekên xwe biavêje û gerîla vegerin Tirkiyeyê û xwe teslîm bikin. Tiştên bi vî rengî zehmet e pêk werin."

Mihemed Emîn Pênciwênî behsa wê yekê dike: "Birêz Ocalan jî nerîna xwe heye û dibêje wisa min got çekan deynin, li ser çi bingehê çekan deynin? Li hemberî çi de çek deynin?

Yanî tenê çekdanîn bi gotinekê nabe û mekanîzma û guftûgo û dewletên din dixwaze."

"Divê li Parlamentoya Tirkiyeyê hebûna Kurdan were naskirin"

Mihemed Emîn Pênciwênî axaftina got:

"Tirkiye divê qebûl bike ku gelekî bi navê gelê Kurd heye, ew gel 40 sal in şer dike ji bo ku were naskirin û bê gotin ku Kurd li Tirkiyeyê hene. Ev daxwaza herî hêsan e.

Bila ew van tiştan di rêya parlamentoyê re bikin yasa û ragihînin û bibêjin em dê bi PKKyê re guftûgoyê bikin."

Pênciwênî nêrînên xwe yên li ser rêbaza diyalogê wiha anîn zimên:

"Ji bo guftûgoyê, divê Neteweyên Yekbûyî û welatên mezin di navbeynkariyê de bin, ku bi xwe hemû lihevkirin bi vî awayî hatine kirin.

Dema Mandela lihevkirin kir, Amerîka serperiştî dikir û bi ser ket. Ew (PKK) daxwaza garantiyê dikin û dixwazin ji parlamentoyê were çareserkirin.

Paşê çarenivîsa gerîlayan dê çi lê bê? Ev hemû hewcedarî guftûgoyê ne."

Mihemed Emîn Pênciwênî behsa wê yekê jî kir, şandeya Îmraliyê li ser daxwaza Ocalan di rojên pêş de dê biçe Herêma Kurdistanê û li gel berpirsên partî û hikûmeta Herêma Kurdistanê bicive û encama hevdîtinên xwe yên li gel Ocalan û aliyên Tirkiyeyê ji bo pêvajoya aştiyê gotûbêj bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst