Li Mûşê 3 wesayît li hev qelibîn: 10 kes birîndar bûn

24-09-2024
RÛDAW
Nîşan Mûş Qeza Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê traktor, mînîbus û otomobîlek li hev qelibîn û di qezayê de 10 kes birîndar bûn.

Li Nêzîkî gundê Tevnikê yê ku 20 kîlomêtreyî dûrî bajêr e, otomobîla ku Medenî I. diajot li traktora ku Alaattîn A. diajot xist.

Di qezayê de traktora ku romorka wê tijî genim bû wegeriya. 

Wê demê minîbusa ku Abuzer Ç. diajot û ji heman alî ve dihat li traktora wergeryayî xist.

Di qezayê de 10 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê ambulans, AFAD, îtfaiye û cendirme çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê, birîndar piştî midaxeleya ewil ji cihê qezayê bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.

Her wiha wesayît ji ser rê hatin rakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst