Rûdaw sê xelatên cîhanî werdigire

24-08-2024
RÛDAW
Nîşan Rûdaw Xelat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê bi serbilindî serkeftineke din li ser asta cîhanê radigihîne, bi wergirtina sê xelatên Stevieyê ji aliyê Rêveberê Rûdaw Dijîtalê Birwa Kiyanî, belgefîlma (Salek Şer) û projeyeke hevpar a Rûdaw û Neteweyên Yekbûyî.

Di rikberiya îsal a markeyên mezin ên cîhanî wek Google, IBM, MasterCard Miami li ser Xelatên Navdewletî yên Stevieyê, Tora Medyayî ya Rûdawê di heman demê de sê xelatên zêrîn û bronzî bi dest xist. Serkeftina Rûdawê li ser bingeha nirxandina Komîteya Mezin a Nirxandina Stevieyê ye ku 3600 pisporên cihêreng ji seranserê cîhanê endamên wê ne.

Kar, berhem û şiyanên 12 hezar marke û saziyên mezin ên navdewletî ji bo van xelatan hatibûn berbijêrkirin.

Komîteya Stevieyê berhemên Rûdawê di eynî demê de hêjayî sê xelatan dît. Ji bilî Rûdawê, kompanyayên wek Microsoft, Aramco, Philip Morris, MasterCard û Samsungê jî karîn çend xelatên Stevieyê wergirin.

Du xelatên Rûdawê zêrîn in û yek bronz e. Belgefîlma (Salek Şer) a hevkarên me Dilniya Rehman û Ehmed Omer ji bilî wergirtina xelata zêrîn, ewqas xal ji aliyê endamên Komîteya Stevieyê ve wergirtine ku li gorî pergala xalbendiya wergirtina xelatan ti saziyeke din nekariye di rêza duyem an sêyem de cih bigire. Belgefîlma Rûdawê bandora şerê Ukraynayê piştî salekê ji destpêkirina şer nîşan dide.

Komîte di pesndana belgefîlmê de dibêje: "Ev kar bi eşq hatiye kirin. Em dizanin wênegirtin û montajkirina vê berhemê çiqas dijwar bû. Belgefîlmeke pir baş e û divê her kes bibîne."

Komîte ji Rûdawê dixwaze ku karên ku bûne xwedî bandoreke navdewletî berdewam bike û dibêje: "Ji kerema xwe wan karên herebaş ku hûn dikin, bidomînin. Ev belgefîlm rijdiya rojnamevanî, profesyonelî, rîskkirina seba gihîştina rastiyan û çîrokvegotina xurt nîşan dide. Karekî bêhempa ye!"

Rêveberê Rûdaw Dijîtalê Birwa Kiyanî duyemîn xelata zêrîn a Stevieyê bi dest xist.

Birwa Kiyanî kariye bala komîteyê bikişîne ser bêrikberbûna medyaya civakî ya Rûdawê û xelata zêrîn wek rêveberekî serketî li ser asta cîhanê di warê rêvebirina medyaya civakî de bi dest bixe.

Li gorî nirxandina Komîteya Nirxandina Stevieyê Birwa Kiyanî pêşketineke mezin di medyaya dijîtal de çêkiriye.

Ev belgeyeke zindî ye ku nifşê nû yê rêveberên Rûdawê û stafê Rûdawê yê Rûdaw Dijîtalê bi ast û nêrînekê kar dikin ku navendên navdewletî rêza pêşketina wan digirin û wan xelat dikin.

Komîte li ser karên hevkarê me yê serketî Birwa Kiyanî dibêje: "Nêrîna wî ya stratejîk û serkirdatîkirina wî hêzeke xurt daye beşdarbûna Rûdawê di cîhana dijîtal de.

Wî wisa kiriye ku rêjeya dîtina postên Rûdawê ji 70-80 hezar kesî bigihe 500-600 hezar kesî û wiha kir ku yek milyar temaşeyên Rûdawê di Facebookê de jî hebin."

Sêyemîn xelata Stevieyê ji Rûdawê re xelateke bronz e ji bo projeya hevbeş a Rûdaw û Neteweyên Yekbûyî ji bo perwerdekirina rojnamevanên jin li Kurdistan û Îraqê.

Komîteya Stevieyê loma ev programa Rûdawê hêjayî wê xelata navdewletî dît, çimkî dibêje: "Pêngaveke herî mezin e. Ji ber ku yekemîn projeya hevbeş a bi vî rengî di navbera medyayeke Rojhilata Navîn û Neteweyên Yekbûyî de ye."

Bi baweriya komîteyê "Di demekê de ku gelek medyayên din mijûlî berhemanîna naverokê ne di warê wekheviya jin û mêran de, Rûdaw mijûlî dijwariyeke herî mezin e ji bo nehiştina wê newekheviyê di nav hêza karê medyayî de.

Ev rijdiya li ser pêşveçûna civakî û bihêzkirina civakê nîşana guherîneke mezin a Rûdawê ji bo hilgirtina berpirsiyariya civakî ye."

Heta niha 159 jin beşdarî projeya hevbeş a Rûdaw û Neteweyên Yekbûyî ji bo perwerdekirina rojnamevanên jin bûne.

Proje berdewam e û îsal dê 300 jin beşdarî wê bibin. Nûnerê Sindoqa Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî li Îraqê UNFPA Garrick Hyrapitian dibêje ku wergirtina xelatê ji hêla Rûdawê ve "Belge ye li ser hêza karê hevbeş ji bo guhertin û pêşxistina xurtkirina jinan û geşedana wan a berdewam."

Li ser berdewamiya projeyê jî dibêje: "Bi hevkariya Tora Medyayî ya Rûdawê, em jinên rojnamevan jêhatî dikin û dengê wan xurt dikin da ku piştevaniya mijarên wan ên girîng bê kirin."

Cîgirê Rêveberê Ofîsa Geşedanê ya Wezareta Derve ya Brîtanyayê Sue King jî pîrozbahiyê li Rûdawê dike û dibêje: "Bidestxistina xelatan şahida berhemên Rûdawê yên tijî kalîte, afirandin û bandor e. Ev ji bo Rûdaw û Neteweyên Yekbûyî destkefteke mezin e."

Xelata Stevieyê xelateke navdewletî ya pir giran û navdar e, di warê medyayî de berê ji hêla CNN, NBC, Bloomberg û Al Jazeera ve hatiye wergirtin.

Rêveberê Newsgatheringa Rûdawê Bêstûn Nûrî pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û bînerên Rûdawê dike û dibêje: "Rûdaw bi awayekî berdewam geş dibe û asta karên xwe bilindtir dike. Dê pêngavên me yên pir mezintir jî hebin ji bo kartêkirin û pêşketineke zêdetir li ser asta cîhanê."

Tora Medyayî ya Rûdawê

24.08.2024

- Hûn dikarin belgefîlma (Salek Şer) bi rêya vî lînkê bibînin: https://www.rudaw.net/sorani/onair/tv/episodes/episode/documentari---one-year-war/25022023035242

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst