Riha: 2 pismamên ku navên wan jî wek hev bûn di kanala avê de xeniqîn

24-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Riha Pismam Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 2 zarokên 14 û 15 salî yên navên wan yek in û pismamê hev in di kanala avê de xeniqîn.

Li gor agahiyan îro Duşemê 24ê Temûza 2023an li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê 2 zarokên ku temenê wan 14 û 15 sal bûne ji bo xwe hênik bikin ketine nav kanala avê û piştî demekê wenda bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê û polîs çûne cihê bûyerê.

Her wiha ji bo karûxebata bin avê jî tîmên girêdayî Rêveberiya Emnî ya Semsûrê piştgirî dane. Piştî  3 demjimêran karûxebatê cenazeyên her du zarokan hatiye dîtin û ji bo malbatên wan hatine radestkirin.

Li gor zanyariyan navê wan her du zarokan jî Îbrahîm Xelîl Artut e û pismamê hev in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst