Kahtali Miçê: Divê gelê me vegere Semsûrê

24-02-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Semsûr Erdhej Kahtali Miçê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar Kahtalî Miçê, diyar kir ku piştî erdhejên navenda wan Mereşê gelek kes ji Semsûrê derketin û bang li gelê Semsûrê kir ku bajarê xwe neterikînin.

Parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê yek ji wan cihane ku erdhejê erdhejên Mereşê herî zêde wêraniyê lê kiriye.

Yek ji hunermendên navdar ên bajêr Kahtalî Miçê (Mustafa Aslan) ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku di erdhejê de gelek xizmên wî jiyana xwe ji dest dane.

“Di erdhejê de herî kêm 25 merivên me jiyana xwe ji dest dane”

Miçê anî ziman ku di erdhejê de gelek merivên wî cane xwe ji dest dane û got “Li Kahtayê her çendî li gorî navenda Semsûrê wêranî kêm be jî, li vir jî wêranî çêbû. Dema erdhej çêbû ez li malê bûm. Di erdhejê de herî kêm 25 merivên me jiyana xwe ji dest dane. Ez texmîn dikim li nava Kolikê 70 kesan canê xwe ji dest dane.”

“Semsûr bi temamî wêran bûye”

Herwiha hinermed Miçê dibêje “Semsûr bi temamî wêran bûye. ez li kê digerim dibêje ya 5 ya 10 yan jî 5 merivên me çûne rehmetê. Piştî erdhejê 2-3 caran jî çûm Semsûrê wexta şûnde vegeriyam, 2-3 saetan ez nehatim ser xwe. Li vê derê derûniya ti kesî ne baş e û ji bo bandora vê karesate ji ser xwe bavêjin demek dirêj ji wan re lazim e. Semsûr heta 10 salan bi zore li xwe were. Heta 10 salan bi zorê wan avahiyan çê bikin.”

“Divê gelê me vegere Semsûrê”

Miçê bang li gelê Semsûrê kir ku vegerin bajarên xwe û got “Piraniya xelkê Semsûrê ji bajêr derketin, hinekan jî dewletê ew şandin bajarên din. Divê gelê me Semsûrê neterikinin û vegerin vêderê. Ji bo ku em Semsûrê ji nû ve avabikin divê em bi hev re bixebitin, dewlet û karsazên me jî alîkariyê bidin û Semsûrê vegerînin mîna berê.”

Miçê diyar kir ku her kesê ku bi wî re diaxive, behsa windahiyên di erdhejê de dike û got “Ji xeynî vê ez tiştekî ji kesî nabihîzim.”

Hunermendê navdar Khatalî Miçê helbesta xwe ya ku piştî erdhejê nivîsandibû ji Rûdawê re xwend.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst