Dêrsim (Rûdaw) - Huseyîn Yildirimê ku di serdema Darbeya 12ê Îlonê de parêzeriya girtiyên siyasî yên Kurd kiribû û di Zindana Amedê de şkence lê hatibû kirin bi merasîmekê li gundê Tomayikê yê Dêrsimê hat veşartin.
Huseyîn Yildirim 24ê Îlonê li Stockholma paytexta Swêdê di 89 saliya xwe de koça dawî kiribû û cenazeyê wî anîn parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê.
Ji bo Huseyîn Yildirim li Cemxaneya Dêrsimê merasîmek hat lidarxistin.
Piştî merasîmê cenazeyê wî li gundê Tomayikê yê Dêrsimê hat veşartin.
Muwekîlê wî Hidir Ozturk piştî merasîma cenazeyê axivî û anî ziman ku Huseyîn Yildirim ji bo xelkê Dêrsimê kesayetiyekî gelekî girîng bû û got:
"Huseyîn Yildirim egîdek bû. Kesî parastina xelkê Dêrsimê nedikir.
Wî parastina wan zarokên me kir ku ketibûn rojiya mirinê ya 56 rojî.
Ev ji bo xelkê Dêrsimê ronahiyek e. Ew lehengê xelkê Dêrsimê ye û dê bikeve dîrokê.
Huseyîn Yildirim mêrxas û egîd bû, parêzvanê gelê xwe bû."
Ozturk her wiha da zanîn:
"Ez bi derd im, ew jî bi derd bû lê li ber kesî serî netewand, tenê li ber gelê xwe serî tewand.
Ji bo gelê xwe xebitî û têkoşiya."
"Parêzerê Kurdistanê bû"
Halîl Loman jî di merasîmê de axivî û diyar kir ku Huseyîn Yildirim ne tenê parêzerek bû û da zanîn:
"Huseyîn Yildirim Kurdistan e. Qehremanê Kurdistanê ye.
Huseyîn Yildirim tenê ne parêzer bû, ew parêzerê Kurdistanê bû."
Loman di berdewamiya axaftina xwe de got:
"50 milyon Kurd hene lê dewleta wan nîne lê ya wan miletên ku nifûsa wan 5 milyon e heye.
Dê di dawiyê de dewleta me jî hebe."
Hevala nêzîk a Huseyîn Yildirim Fate Eskerê jî di merasîmê de hestên xwe anîn zimên û got:
"Huseyîn Yildirim tenê ne parêzerê min bû, dilê min bû, dostê min bû.
Ew parêzerê Kurdistanê bû. Ew şêrek bû û dilê Kurdistanê bû."
Parêzeriya girtiyên Zindana Amedê kiribû
Huseyîn Yildirim sala 1937an li Dêrsimê ji dayîk bû û sala 1969an Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê qedand.
Yildirim salên 1970yî dest bi parêzeriyê kir û piştî Darbeya Leşkerî ya 12ê Îlonê parêzeriya wan Kurdan kir ku di dozên siyasî de hatibûn girtin.
Yildirim parêzeriya Mazlum Dogan, Hayrî Durmuş û Kemal Pîr jî kiribû ku di Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê de bûn.
Yildirim sala 1982yan bi xwe jî hat girtin û di Zindana Amedê de ma.
Huseyîn Yildirim piştî wê demê ji welêt derket û li Swêdê bi cih bû.
Wî di salên dawî yên emirê xwe de bîranînên xwe û lêkolînên li ser dîroka Dêrsimê kirin pirtûk.
Yildirim di pirtûka xwe ya bi navê “Dersim'den Stockholm'e - Ne Aradım, Ne Buldum?” (Ji Dêrsimê ber bi Stockholmê ve - Ez li çi geriyam, min çi dît?) de qala salên zarokatiya xwe, serdema parêzeriyê, bûyerên Zindana Amedê û jiyana xwe ya li Ewropayê kiribû.
Huseyîn Yildirim piştî ku li Stockholmê koça dawî kir, cenazeyê wî bi Alaya Kurdistanê ji wir oxir kirin, anîn Dêrsimê û li gundê Tomayikê veşartin.



