Dadgehê cezayê îdamê dabû kujerên çar Kurdan: Çekdaran êrişî dadgehê kir

24-01-2024
Hisên Omer
Kujerên çar welatiyên Kurd ên li Cindirêsê bi îdamê hatibûn cezakirin
Kujerên çar welatiyên Kurd ên li Cindirêsê bi îdamê hatibûn cezakirin
Nîşan Efrîn Cindirês Newroz Dadgeha Rahiyê Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Beriya hefteyekê Dadgeha Rahiyê kujerên her çar welatiyên Kurd ên li Cindirêsa Efrînê bi îdamê ceza kiribûn.

Çekdarên eşîrên Ereb bi çekan êrişî dadgeha Rahiyê kir û wan xwest bi darê zorê hikumê îdamê li ser kujerên her çal welatiyên Kurd ku şeva Newrozê li Cindirêsê hatibûn kuştin bê hilweşandin.

Li bajarokê Cindirêsê yê Efrînê, êvara Newroza 2023yan, 4 welatiyên Kurd ji heman malbatê ji aliyê çekdarên grûpa Ehrar el-Şerqiyeyê ve hatibûn kuştin û zarokekî astengdar jî birîndar bûbû.

Dadgeha Rahiyê ya hikûmeta demkî ya mixalefeta Sûriyeyê, hikûmê kujerên her çar welatiyên Kurd dabû.

Dadgehê cezayê bidarvekirinê dabû Omer Salih Esmer, Hebîb Elî Xelef, Bîlal Ehmed Ebûd bi û Elî Xelefê ku bi nasnavê Ebû Hebîb Xeşam tê naskirin bi 3 sal cezayê girtîgehê ceza kiribû.

Çekdarên ku bi RPG, doşka û çekên otomatîk êrişî dadgehê kir û wan xwest bi darê zorê hikumê îdamê ku li çend tawankarên ji eşîreta wan hatibû birîn bê hilweşandin.

Dadgehê Rahiyê 17ê Kanûna Paşîna 2024an, cezayê îdamê da sê tawanbaran û Elî Xelef ku bi nasnavê Ebû Hebîb Xeşam tê naskirin bi 3 sal zindanîkirine hikûm kiribû.

Lê çekdarên eşîreta wan dixwazin bi darê zorê wan hikûman hilweşînin.

"Dixwazin bibêjin ku xwîna Kurdan helal e"

Parêzer û mafnas Ridwan Sîdo ji Rûdawê re derbarê vê êrişa li ser dadgehê got:

“Bi vê êrişê grûpên çekdar dixwazin bibêjin ku xwîna Kurdan helal e û nabe çekdarên wan ji bo tawanên kuştina kurdan bên sizadan.”

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, Ehmed Îhsan Feyad el-Haysê ku fermandarê Ehrar el-Şerqiyeyê ye, li gel çekdarên xwe çûye ser dadgehê û dadwer neçar kiriye ku hikumê tawanbaran bê hilweşandin.

El-Hayis ku bi navê Ebû Hatim Şeqra tê naskirin, Çiriya Pêşîna 2019an siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef û parêzvanên wê li ser rêya M4 di navbera Tiltemir û Eyn Îsayê de kuştibûn.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di Tîrmeha sala 2021ê de, ji bo vê tawanê siza li ser Ebû Şeqra û grûpa wî Ehrar el-Şerqiyeyê sepandibû.

Lê tevî wiha jî Hezîrana 2023yan, fermadarê sizadayî ji zanîngeheke Tirkiyeyê li bajarê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê der çû û roja 8ê Kanûna Paşîna 2024an wekî fermadarê giştî yê Tevgera Rizgarkirin û Avakirinê hat destnîşankirin.

Çi bûbû?

Şeva Newroza 2023yan, grûpeke çekdarên Ehrar el-Şerqiyeyê êrişî malbata Pêşmerg kiribû.

Ji ber ku wan agirê Newrozê li ber mala xwe vêxistibû, çekdaran ew gulebaran kiribûn û 4 kes ji malbatê kuştibûn.

Ferhedîn Osman (43 salî), Nezmî Mihemed Osman (38 salî), Mihemed Osman (42 salî) û Mihemed Ferhedîn Osman (18 salî) canê xwe ji dest dabû û zarokek jî birîndar bûbû.

Kuştina her çar welatiyên Kurd, li Efrînê bûbû cihê nerazîbûn û xwepêşandanên berfireh.

Xwepêşanderan ew qurbanî wekî "şehîdên Newrozê" bi nav kiribûn û wan xwestibû kujer werin cezakirin û grûpên çekdar ê girêdayî Tirkiyeyê ji Efrînê werin derxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mesrûr Barzanî û Michael Waltz / Wêne: Rûdaw Grafîk

Mesrûr Barzanî û şêwirmendê ewlehiyê yê birêvebiriya Trump rûdanên vê dawîyê gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Endamê Kongreya Amerîkayê Michael Waltz pêwendiyeke telefonî pêk anî