Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Cihedeyê li başûrê Kobaniyê ji ber topbarana Tirkiye dayikek û zaroka xwe canê xwe ji dest da.
Li gorî Navenda Ragihandê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Tirkiyeyê doh êvarê gundê Cihedeyê yê li başûrê Kobaniyê topbaran kiriye.
HSDyê da zanîn ku ji ber topbarana Tirkiyeyê dayikek û zaroka xwe ya 12 salî canê xwe ji dest daye.
Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê nêzîkî du hefteyan êrişî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê ya di bin kontrola HSDyê de dikin.
Her wiha Tirkiye jî bi dijwarî hêrêma Kobaniyê topbaran û bombebaran dike û gefên operasyonê dixwe.
Di encama wan topbaran û bomberanan de heta niha gelek sivîlan canê xwe ji dest daye.
A child and her mother martyred due to Turkish occupation shelling in the southern countryside of Kobani The Turkish occupation targeted, with heavy artillery the Ja’ada village, south of #Kobani. This shelling resulted in the martyrdom of a 12-year-old girl and her mother. pic.twitter.com/vylv5PjIDc
— Syrian Democratic Forces (@SDF_Syria) December 22, 2024
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse