Amed (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di nava salekê de 19 hezar û 29 xanî hatine firotin.
Li gorî par rêjeya firotina xaniyan ji sedî 76 zêde bûye.
Tevî ku enflasyon neketiye û faîzên krediyên xaniyan ên bankayên taybet jî neketine, firotina xaniyan zêde bûye.
Şêwirmendên kirîn û firotina xaniyan li dû sedema vê yekê ne.
Şêwirmendê Emlakê Enes Akdemîr got:
“Meha Îlonê 2 hezar û 600 xanî hatine firotin.
Meha Çiriya Pêşîn 2 hezar û 800 xanî hatine firotin.
Vê mehê ez li bendê me ji 3 hezarî zêdetir xanî werin firotin.”
Ne tenê li Amedê li tevahiya bajarên din jî rêjeya kirîn û firotina xaniyan li gorî par zêde bûye.
Li gorî belênderan xelk ditirse ku faîza krediyan bikeve û xanî biha bibin.
Ji ber vê yekê beriya ku xanî biha bibin dest bi kirînê dikin.
Belênder Şahîn Enç jî anî ziman:
“Piraniya bankayan krediyê nadin.
Belkî bû 5-6 meh in bi krediyê hema hema firotina daîreyan sekiniye.
Ji ber ku hem zêde ye û hem jî banka naxwazin bidin.
Ji ber wê jî milet li benda ketina faîzê ye.
Heger faîz bikeve daîreyên nû çêdibin dê bihatir bibin.
Milet vê dizane. Ji ber vê yekê ji îro ve ji xwe re dikirin.”
Wekî Amedê li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî firotina xaniyan meh bi meh zêde bûye.
Tenê meha Çiriya Pêşîn li 81 bajaran 165 hezar xanî hatine firotin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse