AMED - Li ser Zarokistanê lêpirsînê dest pê kir!

23-09-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Zarokistan Amed Lêpirsîn
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Li ser Zarokistana ku li Amedê hatibû vekirin lêpirsînê dest pê kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo perwerdeya zarokan kreşa bi Kurdî ya bi navê “Zarokistan”ê vekiribû.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li ser Zarokistanê lêpirsîn da destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de 2 mifetişên milkiyeyê hatin erkdarkirin.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê di daxuyaniya çapemeniyê de ev yek piştrast kir.

"Em aciz in ku wekî şûrê demokrasiyê li ser serê me digere"

Serra Bucakê da zanîn ku ji bo kreşên Kurdî yên li Amedê di nava 6 mehên dawiyê de 5 mifetiş hatine erkdarkirin û got:

"Di nava 6 mehan de 5 mifetiş şandine. Herî dawiyê jî ji bo kreşên Kurdî 2 mifetiş peywirdar kirine.

Em dizanin bê em çi dikin. Dilê me rehet e, hemû tişt şefaf e. 

Lê em gelekî aciz in ku ev wekî şûrê demokrasiyê li ser serê me digere."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst