Li Colemêrgê boriyên gaza xwezayî hatin danîn

23-07-2019
RÛDAW
Gaza xwezayî digihe Colemêrgê û bi vê yekê jî qonaxeke nû ya bikaranîna çavkaniyên enerjiyê destpê dike
Gaza xwezayî digihe Colemêrgê û bi vê yekê jî qonaxeke nû ya bikaranîna çavkaniyên enerjiyê destpê dike
Nîşan Gaza Xwezayî Colemêrg Borî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Karê danîna boriya gaza xwezayî bo parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bi dawî bû.

 

Karê danîna boriya gaza xwezayî bo parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bi dawî bû û niha tîmên peywendîdar li nav tax û cihên giştî yên bajêr karê xwe dikin daku xeta gaza xwezayî bighînin hemû cihan.

 

Parêzgarê Colemêrgê İdris Akbıyık diyar kir ku ji santrala Wan-Erçekê heta parêzgeha Colemêrgê bi dirêjahiya nêzîkî 204 kîlometreyan boriya gaza xwezayî hatiye danîn û got: “Niha di navbera gundên Berçelan û Ordeklî de borî tên testkirin. Li aliyekî din li nav bajêr jî kompanyaya peywendîdar li ser karê xwe berdewam e."

 

Ew taxên ku karê li nav wan bidawî bûye, tê çaverêkirin meha Îlona îsal gaza xwezayî li wan bê belavkirin û dema karê danîna boriyê bo tevahiya bajêr bidawî bû, êdî Colemêrg ji komurê rizgar dibe û welatî zivistana îsal xwe bi gaza xwezayî germ dikin.

 

Welatiyê bi navê Adil Tatli  jî got: "Li vê derê em heta 7 mehan komirê bikar tînin. Êdî em ji dû, derdeserî û paşmayên komirê bêzar bûne. Em li benda gehiştina gaza xwezayî ne. Bi rastî karekî gelekî zehmet hat kirin. Spas dikin, tenê em li benda wê yekê ne gaza xwezayî bidin me. Bi hêviya Xwedê îsal em digihin hewayeke pak û paqij."

 

Sê sal berî niha xeta 204 kîlometreyî ji Taxa Erçekê ser bi bajarokê Îpekyolu destpê kir. Di rewşeke cografî ya dijwar de, danîna xeta boriya veguhestinê di wê devera çiyayî re ku hinek cih 3 hezar metre ji asta deryayê bilind in, gaza xwezayî digihe Colemêrgê û bi vê yekê jî qonaxeke nû ya bikaranîna çavkaniyên enerjiyê li wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê destpê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst