Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo koça dawî ya Erdalê kurê hunermendê navdar ê Kurd Brader Mûsikî (Hozan Brader) peyameke sersaxiyê belav kir.
Erdalê kurê Hozan Brader li bajarê Arnheimê yê Holendayê koça dawî kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyma xwe ya sersaxiyê de wiha got:
“Ji ber koça dawî ya Erdalê kurê wan ê ciwan, sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî hunermendê diyar mamoste Brader Mûsikî û malbata wan a rêzdar dikim. Ez hevsoz û hevparê xema wan im.
Ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku canê xwedêjêrazî bi rehm û dilovaniya xwe şa bike û sebir û hedarê bide wan hemûyan."
Demeke dirêj bû nexweş bû
Erdalê kurê hunermendê navdar Hozan Brader endezyarê ITyê bû.
Ew demeke dirêj bû bi nexweşiya penceşêrê ketibû.
Erdal li nexweşxaneyeke Holendayê dihat tedawîkirin lê wî li hemberî nexweşiya bêderman li ber xwe neda û koça dawî kir.



