Dêrik (Rûdaw) - Navçeya Dêrika ya Çiyayê Mazî ya Mêrdînê, di warê hilberîna zeytûnan de navçeyeke sereke ye.
Bi hezaran sal in li vê navçeyê zeytûn tên hilberîn û di vê demê de êdî dema komkirina zeytûnan e.
Li gorî salên borî îsal bera zeytûnan gelekî baş e.
Lê cotkar dibêjin ku çend salên dawî zeytûnên hinek bajarên din bi erzanî ketine bazarên Amed, Mêrdîn û cihên din. Vê yekê jî nirxê zeytûnên Dêrikê daxistiye.
Sifreyan dixemilînin
Îsal ji bo zeytûnan saleke bibereket e. Hewê û Huriyetê li gel kurê xwe Metîn û zarokên malê, di nav dehla zeytûnan de zeytûnên navdar ên Dêrikê kom dikin.
Sifreyên taştê û cureyên xwarinan bi zeyta wan zeytûnan bitehmtir dibin.
Cotkarê zeytûnan Metîn Çîlek li ser cure û bihayên zeytûnan got:
"150-200 darên min ên zeytûnan hene. Ev zeytûnên Dêrikê organîk in. Nayên gubrekirin û dermankirin.
Nêzîkî 32 cureyên zeytûnan li Dêrikê hene. Zeytûnên herî xweş û qenc zeytûnên xirxalî, zoncik, belotî, mawî û kejik in.
Yanî gelek cure hene. Zeytûna herî qenc xirxalî ye û bi olçekan tê firotin.
Olçekek 25 kîlo ye û bi 6 hezar û 500 heta 7 hezar lîreyî tê firotin. Dema dibe zeytûna taştê jî, kîloya wê dibe 300-350 lîre."
"Jinên ji Dêrikê jêhatî ne"
Cotkara zeytûnan Huriyet Çîlekê jî behsa keda jinan a di komkirina zeytûnan de kir û anî zimên:
"Mêr bi pêlekanê li hêlekê darê dixin, em jin jî li hêlekê darê dixin.
Em pê bi pê li ser daran digerin û em hîn bûne. Jinên ji Dêrikê jêhatî ne û serbilind in. Heta ku tu bibêjî jinên Dêrikê jêhatî ne."
Cotkara zeytûnan Hewê Çîlekê bi bîr xist ku ev dar milkê bav û kalên wan in û wiha axivî:
"Temenê min 70 sal e. Min çavên xwe vekir ez di nav zeytûnan de me. Niha dinya germ û xweş e, em dixebitin.
Demên berê xirab bû. Me bi rûtê diweşand, paşê berf û baran dibariya û me jî bi halekî xirab li ser berf û zîpikê kom dikir."
Tevî bereketa zêde jî nirx kêm e
Li gorî Birêvebiriya Daristanan a Dêrikê, sala 2025an li tevahiya navçeyê hezar û 535 ton zeytûn hatine hilberîn.
Îsal ber baş e û tê pêşbînîkirin ku zêdetirî 2 hezar tonî ber bê girtin.
Lê tevî ku ber baş e jî nirxê zeytûnan ne bi dilê cotkaran e.
Cotkarê zeytûnan Mihemed Beşeren got, "Sal û wext em li benda van 15-20 rojên komkirinê ne.
Heke zeytûn pere bike, dike, neke jî em dibin dikin rûn."
Cotkarê zeytûnan Hemdullah Demîr jî nerazîbûna xwe wiha anî zimên:
"Ev salek û du sal in zeytûnên Edremît, Hatay, Nîzîp û wan derên din ketine bazara Dêrikê.
Xelk jî diçe wan zeytûnan bi erzanî dikire. Bi vî awayî zeytûnên me yên Dêrikê di destê me de dimînin."
Zeytûnên navçeyê dibin rûn
Cotkarên Dêrikê beşekî zeytûnên xwe ji bo xwarinê difiroşin.
Ew beşekî din jî dibin kargehên biçûk ên li navçeyê û dikin rûn.
Cotkarê zeytûnan Beytullah Aydin diyar kir, "70-80 darên min hebûn
Min nêzîkî 800 kîlo zeytûn rakirin. Em bi tenekeyan difiroşin. Tenekeyek 17-18 kîlo ye.
Em tenekeyekê bi 7 hezar û 500 heta 8 hezar û 500 lîreyî difiroşin."
Karmendê kargeha rûnê zeytûnan a Dêrikê Alaattîn Taş li ser derxistina rûn got:
"Hinek zeytûn hene ji 7 kîloyan kîloyek rûn didin. Hinek zeytûn hene ji 3 kîloyan kîloyek rûn didin.
Hinek zeytûn jî hene ne baş in, ji 10 kîloyên wan zeytûnan kîloyek rûn derdikeve."
Li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî, li ser 16 hezar donim zevî nêzîkî 600 hezar darên zeytûnan hene.
Lê di vê kêliyê de hilberîn tenê di 300 hezar daran de çêdibe.


