Penaberên ji Rojavayê Kurdistanê li Cezayirê asê mane

23-06-2024
RÛDAW
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv
Nîşan Penaberên Rojavayê Kurdistanê Cezayîr Ewropa Libnan Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gelek penaberên ji Rojavayê Kurdistanê yên ku dixwestin biçin Ewropayê li Cezayîrê asê mane.

Yek ji rêyên koçberan ji bo çûna Ewropayê Cezayîr û Lîbya ye.

Koçber xwe digihînin Cezayirê yan jî Lîbyayê û ji wir bi keştiyan Derya Spî derbas dikin û xwe digihînin Îtalyayê.  

Gelek Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê yên ku dixwestin herin Ewropayê li Cezayîrê asê mane.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ew Kurdên li Cezayîrê asê mane piraniya wan ji Kobaniyê ne.

Li Cezayirê gelekî caran hewl dan derbasî Ewropayê bibin lê hewlên wan bêencam bûne.

19 kes ji wan li peravên Cezayirê ji aliyê polîsan ve hatin girtin.

Li gorî axavtina yek ji wan penaberan dê Cezayîr penaberan radestî Libnanê û Libnan jî penaberan radestî Sûriyeyê bike.

Ji bilî wan 19 kesan, hejmareke zêde ya penaberên Rojavayê Kurdistanê li Cezayirê asê mane û ti rêyeke vegerê lê pêş wan nemaye.

Koçberê bi navê Mistefa Mihemed ê ji Rojavayê Kurdistanê ku aniha li Cezayîrê ye ji beşdarî Bultena Roajava ya Rûdawê bû û li ser mijarê bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Mistefa Mihemed ji Rûdawê re da zanîn ku 19 koçberên ji Rojavayê Kurdistanê dema xwestine biçin Ewropayê keştiya wan xirab bûye û ew ji aliyê hêzên Cezayîrê ve hatine girtin.

“Em dixwazin vegerin Rojavayê Kurdistanê”

Mistefa Mihemed amaje bi wê yekê kir ku dê Cezayîr wan radestî Sûriyeyê bike û wiha got:

"19 kesên hatine girtin hemû Kurd in 11 kes ji wan xelkê me yê Kobaniyê ne.

Hikûmeta Cezayîrê ji wan re gotiye ji malbatên xwe re bibêjin, ‘bila ji we re pereyan bişînîn em dê we teslîmî Libnanê û ji Libnanê jî teslîmî Sûriyeyê’ bike.

Ew kesên hatine girtin naxwazin herin Sûriyeyê ji xwe gelek kes jê bênasnameya Sûriyeyê ne.

Em ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazin vîzeyê bide me ji bo careke din em debasî Rojavayê Kurdistanê bibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst