Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê Hevserokên Şaredariya Nehyeya Sarucanê ser bi Bajarokê Depê Canan Dagtekîn û Bekir Polat û endamekî din ê HDPê hatin desteserkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê daye destpêkirin de, cendirme û polîsan bi ser Şaredariya Sarucanê û çend navnîşanan de girtin û pişkinîn kirin.
Li gor medyaya Tirkiyê di çarçoveya lêpirsînê de Hevserokên Şaredariya Nehyeya Sarucanê Canan Dagtekîn û Bekir Polat û endamekî din ê HDPê bi tohmeta `endamtiya rêxistina terorê` hatin desteserkirin.
Li gor agahiyên hatine belavkirin, piştî wergirtina îfadeyê dê hersê kes bo dadgehê bên şandin.
Li parêzgeha Êlihê jî doh cendirme û tîmên taybet bi ser mala Hevseroka Şaredariya Bajarokê Awiskê Hatîce Taş de girtibûn û ew desteser kiribûn.



