Li Rihayê bi hinceta PKKyê 6 kes hatin desteserkirin

23-05-2024
RÛDAW
Nîşan Riha PKK Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta “propagandaya PKKyê” 6 kes hatin desteserkirin.

Tîmên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Eewlehiyê ya Rihayê di çarçoveya biryara Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de li navçeyên Sirûc, Wêranşar û Curnê Reşê bi awayekî hemwext operasyon kir.

Di operasyonê de li 3 navçeyan bi hinceta “propagandaya PKKyê” 6 kes hatin desteserkirin.

Tîmên ewlehiyên kesên hatin desteserkirin birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê.

Karên îfade wergirtina 6 kesan li Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê berdewam dikin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst