Hewlêr (Rûdaw) - Li Stockholma paytexta Swêdê bi minasebeta Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, panelek li ser "Zarok û zimanê Kurdî li diyasporayê" hat lidarxistin.
Panel ji aliyê Kitêbxaneya Kurdî a Stockholmê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Swêdê û Radyoya Aştî ve hat amadekirin.
Di panelê de mamosteya Kurdî Dilşa Yûsif moderatorî kir û Rêvebirê Weqfa Kurdên Anatoliya Navîn Alî Çiftçî, Mamosteyê zimanê Kurdî Haydar Diljen, Rêveberê Pirtûkxaneya Kurdî ya Swêdê Newzad Hiror û Rêvebirê PukBooksê Kawa Onatlî wekî axêver beşdar bûn.
Gelek nivîskar, rewşenbîr û dildarên zimanê Kurdî beşdarî panelê bûn û bi pirs, nerîn û nirxandinên xwe panel dewlementir kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse