Peravên Gola Wanê bi kavilan tên tijîkirin û avahiyên qaçax tên lêkirin

22-12-2023
Mihemed Emin Demir
Li peravên Gola Wanê avahiyên qaçax tên lêkirin
Li peravên Gola Wanê avahiyên qaçax tên lêkirin
Nîşan Ozgur Ozel Recep Tayyip Erdogan Tezmînat Gola Wanê Avahiyên qaçax
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên Gola Wanê di demên dawî de lêkirina avahî û kargehan zêde bûye.

Gola Wanê roj bi roj biçûktir dibe û metirsiya ziwabûnê her ku diçe zêdetir dibe.

Li herêmên ku av vedikişe piraniya caran gol bi beton û keviran tê tijîkirin û li serê kargeh an wîla têne avakirin.

Rojnemager û aktivîst dibêjin bi taybetî li navçeya Artemêtê li peravên golê avahiyên qaçax û bêdestûr tên avakirin û ev jî bo golê, jiyana mirovan û xwezayê metirsiyeke mezin e.

“Gola Wanê bi molozan tijî kirin”

Rojnameger Zelal Sahidenur Sariyê got, “Li qerexa Gola Wanê bi salan e înşaetên bêdestûr têne çêkirin û bê ruxset in jî.

Otêla ku vê dawiyê me nûçeya wê çêkiribû, berî 25 salan hatiye avakirin. Ew otêl heta niha bê ruxset bû.

Serê vê salê hem ji otêlê re ruxset wergirtin, hem dest guhert û hem jî dest bi nûjenkirineke mezin kir.

Ev nûjenkirin li pişt brandeyeke şîn de hate çêkirin ji ber wê ti kesî nedidît ka li aliyê otêlê çi tê çêkirin nedihat zanîn.

Piştî ev branda anîn xwarê, me zanî ku bi xirabe û molozan Gola Wanê tijî dikirin. Evqetlîameke xezayî bû.”

Aktivîst û endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, 19ê Kanûna Pêşîn li kêleka Gola Wanê kom bûn û li dijî dagirkirina peravên golê nerazîbûn nîşan dan.

“Çima li hemberî avahiyên qaçax û tijekirina Deryaya Wanê bêdeng in?”

Parêzer Jiyan Ozkaplanê wiha axivî, “Em welatî û saziyên sivîl ên ku xwe berpirsiyar dibînin, li dijî lêkirina avahiyên bêdestûr û nehiqûqî li vê derê ne.

Baş e, dewlet li kûderê ye? Yê yasayê datîne li kîderê ye? Yê yasayê cîbicî dike li kîderê ye?

Kesên ji bo daxuyaniyên medyayê yên ku mafekî demokratîk in bi sedan hêzên ewlehiyê erkdar dikin û asteng dikin, di demekê de ku avahiyên qaçax û nehiqûqê yên li ser Deryaya Wanê têne çêkirin û tê dîtin gol bi paşmayiyan tê tijîkirin çima bêdeng in?”

Li Bakurê Kurdistanê hişkesaliyê herî zêde bandor li herêma Gola Wanê kiriye.

Li gorî nexşeya ku ji aliyê Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ve sala 2022yan hatiye belavkirin, herêma Gola Wanê di qadên hişkesaliya tund ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de cih digre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst