RIHA - Ji xwarina dibistanê 500 xwendekar bi jehrê ketin

22-12-2023
Mihemed Emin Demir
Nîşan Riha Siwêreg Bijehrîketin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, zêdetir ji 500 xwendekar ji xwarinê li dibistanê bi jehrê ketin.

Li dibistana gundê Çiqriqê yê Siwêregê ji ber xwarina firavînê zêdetir ji 500 xwendekarên dibistanê bi jehrê ketin.

Saziya Perwerdeyê ya Rihayê jî piştî bûyerê daxuyaniyek da û tê de wiha got:

“Li gor zanyariyên destpêkê 145 xwendekar bi jehrê ketine û ew ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê û nexweşxaneyên bajarê Amedê hatine veguehestin.”

Lê li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji gundiyan wergirtine, piştî xwarina firavînê ya dibistanê serê xwendekaran gêj bû û dilê wan li hev ket û herî kêm 500 xwendekar bi jehrê ketin.

Di dîmenên ku ji bo Rûdawê hatin şandin de diyar dibe, bi 10 mînîbusan xwendekar ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê tên veguhestin.

Herwiha ji ber ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê cih nema hejmarek xwendekar ji bo nexweşxaneyên Amedê hatin veguhestin.

Saziya Perwerdehiya Neteweyî ya Rihayê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin û Saziya Çandinî û Daristanê ya Siwêregê jî, ji xwarinê nimûne wergirt û ji bo pişkînînê şand laboratûwarê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst