Wezaretê daxuyanî da: Hejmara leşkerên kuştî bû 6

23-12-2023
Nîşan Gerîla PKK Leşker Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand, hejmara leşkerên ku di êrişa PKKyê de hatine kuştin derket 6an û leşkerek jî birîndar e.

Li gorî hinek çavkanî û malperên nûçeyan yên xwecihî, van şer û pevçûnan li devera Bêsosinê ya navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê li ser sînorê bakur û başûrê Kurdistanê rû daye.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku 2 cerdevan jî hatine kuştin lê wezaretê li ser cerdevanan ti daxuyanî nedaye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê berê ragihandibû ku di vê çalakiya gerîlayan de 4 leşkerên wan hatine kuştin 3 leşker jî hatine birîndarkirin.

Li gorî daxuyaniyê leşkerên ku hatine kuştin Ramazan Gunay, Mehmet Serînkan, Çagatay Erenoglu, Yasîn Karaca, Emre Taşkin û Îsmaîl Yazici ne.

Hat îdiakirin ku di van pevçûnan de 4 gerîlayan jî canê xwe ji dest daye.

Li aliyê din, heta niha PKKyê li ser mijarê ti daxuyanî nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst