Li Şirnexê qeza: 2 mirî, 5 birîndar

22-11-2023
Nîşan Şirnex Silopiya Qeza Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê taksiyekê û barhilgirekê li hev xist.

Di qezayê de 2 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn.

Barhilgira ku şofêrê wê F.T. bû û taksiya ku şofêrê A.P. bû li ser Rêya Îpekê li hev qelibîn.

Nevzat Ç. (42) û Eyûb A. (47) ku birîndar bûbûn li Nexeşxaneya Dewletê ya Silopiyayê canê xwe ji dest da.

Tedawiya birîndarên din berdewam dike.

Hat zanîn ku berê taksiyê li Başûrê Kurdistanê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst