ENKS li Hewlêrê dest bi rêzecivînan dike

23-09-2019
Hisên Omer
Piştî vegera şanda ENKSê ji Ewropa û Amerîkayê, ENKS li Hewlêrê hin civînan saz dike.
Piştî vegera şanda ENKSê ji Ewropa û Amerîkayê, ENKS li Hewlêrê hin civînan saz dike.
Nîşan Kurdistan ENKS
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şanda serokatî û pêwendiyên derve ya ENKSê ku serdana çend welatan kiribû, vegerya Hewlêra paytexta Başûrê Kurdistanê û piştî vegera vê şandê, ENKS li Hewlêrê dest bi rêzecivînan dike. Endamê şandê, Fêsel Yûsif jî ji Rûdawê re dibêje, serdana şanda ENKSê bo derve hem li ser daxwaza Ewropî û Amerîkiyan bû û hem jî di plana ENKSê bi xwe de hebû.

Piştî vegera şandeya ofîsa serokatî û pêwendiyên derve ya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê ji Ewropayê, şande li gel nûneratiya ENKSê li Başûrê Kurdistanê zincîre civînan li dar dixe.

Li gor berpirsên ENKSê, di civînan de dê rewşa siyasî û pêşhateyên herî dawî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bên gotûbêjkirin. Herwiha dê li ser encamên hevdîtinên şandeya ENKSê li gel berpirsên çend welatên Rojava derbarê krîza Sûriyê bi giştî û rewşa gelê Kurd li wî welatî bi taybetî bê rawestan.

Rêveberê Polîtboruya PDK-Sê û endamê ofîsa serokatiya ENKSê, Mihemed Ismaîl ji Rûdawê re got, ku dixwazin ku biryara navdewletî ya hejmar 2254 ku mijara destûrê li xwe digire, bê cîbicîkirin.

Mihemed Ismaîl herwiha got, xaleke din ku ENKS giringiyê dide wê, destûra nû ya Sûriyê ye û da xuyakirin, ku wan weke ENKS nûnerên xwe di komîteya destûrê de diyar kirine.

Bi gotina Mihemed Ismaîl, wan têkilî bi hemû aliyan re kiriye, ji bo ku di destûra nû de piştgirî li mafên gelê Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê bê kirin.

Şandeya ENKS demekê li çend welatên Ewropayê mabû û ligel hin berpirsên wan welatan civiyabû. Endamê şandeyê, Fêsel Yûsif ji Rûdawê re behsa naveroka wan civînan kir.

Fêsel Yûsif diyar kir: “Em weke desteya serokatiyê û weke ofîsa têkiliyên derve, hin vexwandin hebûn ji aliyê Ewropiyan ve û herwiha me jî dixwest bi taybet Ewropiyan û Amerîkiyan jî bibînin. Ew jî bi kar hat, her wext em nerîna xwe weke Encûmena Niştimaniya Kurd digihînin, divê piştgiriya me bê kirin di mijara mafên milletê Kurd di destûra Sûriyê de.”

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê, ku 2 endamên wê wek berbijêr ji bo komîteya destûrî ya Sûriyê hatine qebûlkirin, dibêje ku ew dixwazin nûnertiya gelê Kurd di komîteyê de bikin.

Lê Rêveberiya Xweser ku xak û desthilata Rojavayê Kurdistanê di destê wê de ye,  ragihandiye ku ew danpêdanê bi ti destûrekê nakin, eger ew beşdarî dariştina wê nebin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst