Hewlêr (Rûdaw) - Îro du pismam dema avjeniyê di Zêyê Mezin ê li qezaya Xebatê ya Hewlêrê de xeniqîn û heta niha termên wan nehatine dîtin.
Berdevkê Saziya Parastina Sivîlan a Hewlêrê Şaxewan Seîd ji Rûdawê re got:
"Ew her du kes îro saet 01:41ê xeniqîne û xebatên lêgerîna li termên wan dest pê kiriye."
Şaxewan Seîd got ku ew her du pismam Ereb in û navên wan Îsmaîl Red Mehmûd (26) Eyûb Tariq Mehmûd (18) in.
Îsal 18 kes xeniqîne
Li gorî amarên ku Saziya Parastina Sivîlan a Hewlêrê dane Rûdawê, îsal li Hewlêrê û derdora wê 18 kes di avê de xeniqîne.



