کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Pûrya Nadirî / Wêne: Hengaw

Pûrya Nadirî / Wêne: Hengaw

Kurdistan

Hêzên Îranê li Kirmaşanê Kurdekî Yarsan kuşt

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

21-08-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran21-08-2026

Nûçeyên Têkildar

RIHA - Dara zeytûnê ya bi navê Cûdî 1300 sal in li ser xwe ye
Kurdistan21-08-2026

RIHA - Dara zeytûnê ya bi navê Cûdî 1300 sal in li ser xwe ye

Narîn Guran berî 2 salan hat kuştin: ‘Kujer li holê ye, Nevzat Bahtiyar e’
Kurdistan21-08-2026

Narîn Guran berî 2 salan hat kuştin: ‘Kujer li holê ye, Nevzat Bahtiyar e’

Li Amedê 2 otomobîl li hev qelibîn: 7 kes birîndar bûn
Kurdistan21-08-2026

Li Amedê 2 otomobîl li hev qelibîn: 7 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê da zanîn ku Kurdekî Yarsan li Kirmaşanê bi guleyên hêzên ewlehiyê yên Îranê hatiye kuştin.

Bûyerê roja pêncşemê li taxa Deredrêjê ya Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê rû da.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, navê wî welatiyê Kurd Pûrya Nadirî ye û 29 salî ye.

Pûrya Nadirî bi guleyên rasterast ên Hêzên Îtlaatê yên Îranê hatiye kuştin.

Li gorî agahiyan, Pûrya Nadirî û endamên Hêzên Îtlaatê gule li hev reşandine.

Di encamê de ji bilî kuştina Pûrya Nadirî, 2 endamên hêzên ewlehiyê jî birîndar bûne.

Heta niha sedema pevçûnê nayê zanîn.

Her wiha aliyên pêwendîdar jî li ser kuştina Pûrya Nadirî ti agahî belav nekirine.

Kuştina wî welatiyê Kurd di demekê de ye ku 28ê Gulanê jî 2 birayên Kurd ên Yarsan ên bi navên Meysam û Mucteba Weysî bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiyê li Kirmaşanê hatibûn kuştin.

Meysam û Mucteba wekî werzişvan, çalakvanên sivîl û damezirînerên pirtûkxaneya Kurdî ya li Kirmaşanê dihatin naskirin.

Pirsên