4 xortên Kurd li Amerîkayê di qezayekê de mirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Xortên Kurd Qeza Êlih Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 4 xortên Kurd li bajarê San Diegoyê yê eyaleta Californiaya Amerîkayê di qezaya trafîkê de canê xwe ji dest da.

4 ciwanên ku 6 meh berê bi qaçaxî çûne Meksîka ji wir jî derbasî Amerîkayê bûne çend roj berê di qezayeke trafîkê de canê xwe ji dest da.

3 ji wan ciwanan ji Êlihê ne û yek jî ji bajarê Mêrdînê ye.

Faruk Çetîn, Bariş Şavaş û Abdulrezzak Hizamli ji Êlihê ne û Mahsun Dursun jî ji bajarê Edenê ye lê malbata wî li Edeneyê dimîne.

Ji bo cenazeyê wan ciwanan ji Amerîkayê bînin Êlihê kampanya hatiye destpekirin.

Lê Parlementerê AK Partiyê yê Êlihê Ferhat Nasiroglu ragihand ku ji bo vegerandina cenazeyan bi Wezareta Karên Derve re pêwendî danîne û dê di demek nêzîk de cenazeyê wan xortan vegerînin Êlihê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst