Agirî: Termê du çiyagerên winda hat dîtin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Agiriyê Çiyager Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê termê du çiyagerên ku li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hat dîtin.

Li gorî zanyariyan rêberê geştyariyê yê xwecihî Barzanî Ceylan û hevalekî wî ji bo dîtina 2 çiyagerên winda şeva borî bi Çiyayê Agirî ve hilkişiyane.

Termê çiyageran bi navê Dîlek Gokbulak û Muhammed Halim Dalgin di bilindahiya 4 hezar û 900 metreyan de hatiye dîtin.

Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ji bo daxistina termê her du kesan dest bi kar û xebatê kir.

20ê Tîrmeha 2024an grûpeke çiyager bi armanca derketina lûtkeya Çiyayê Agiriyê ku bilindahiya wê 5 hezar û 137 metre ye  derketibû rê.

Lê ji ber pûk û mijê li 5 hezar û 50 metreyî de 2 kes asê mabûn û piştre winda bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst