25 saziyên xwecihî û navdewletî piştgiriya Sinan Aygul kirin

22-06-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Sinan Aygul Êriş Şaredariya Tetwanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 25 saziyên Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û navdewletî piştgiriya xwe bo rojnamevan Sinan Aygul ragihandin û daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kirin, derbarê êrîşê de lêpirsîneke berfireh bê kirin.

Serokê Komeleya Rojnamevanên Bedlîsê Sinan Aygul roja Şemiyê 17ê Hezîranê li navçeya Tetwanê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê ji aliyê polîs Engîn Kaplan û bokser Yucel Baysali yên pasevanên Şaredarê Tetwanê Emîn Geylanî ve rastî êrîşê hat û birîndar bû.

Di nav de Navenda Azadiya Medya û Çapemeniyê ya Ewropa (ECPMF), Yekitiya Rojnamevanan a Ewropa (AEJ) û Federasyona Rojnamevanan a Ewropa û PEN a Navdewletî 25 saziyên pîşeyî yên Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û navdewletî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bo rojnamevan Sinan Aygul ragihandin.

Di daxuyaniyê de hat nivîsandin ji ber nûçeyên derbarê Şaredariya Tetwanê de gef li Sinan Aygul hat xwarin û heta niha derbarê wî de 137 lêpirsînên cezayê hatine kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin: “Sinan Aygul yekem rojnamevan e ku meha Sibata 2023ê piştî `yasaya dezenformasyonê` ya ku Cotmeha 2023ê li Parlamentoya Tirkiyê hat qebûl kirin, ceza wergirt. Dadgehê 10 meh ceza da Aygul. Em dê bi Aygul û hemû rojnamevanên din ên ku ji ber karê xwe rûbirûyê gef û êrîşan dibin di nav hevkariyê de bin. Divê berpirs, ji bo rojnamevan karê xwe bi azadî û di nav baweriyê de bikin, tevî kesên li pişt êrîşê hemû tawanbaran derxînin pêş dadgehê.”

Daxuyanî ji aliyê Rêxistina Rojnamevanan a Enqerê, ARTICLE 19, Articolo 21, Navenda Azadiya Medya û Çapemeniyê ya Ewropa (ECPMF), Yekitiya Rojnamevanan a Ewropa (AEJ), Federasyona Rojnamevanan a Ewropa, Platforma Rojnamevanên Serbixwe P24, DÎSK-Medya Kar, Hevpeymaniya Jin a Rojnamevaniyê (CFWIJ), Rêkxistina Medya a Başûrê Rojhilatê Ewropa (SEEMO), Tora Rojnamevanên Ewle (SJN), IFEX, PEN a Brîtanî, PEN a Swêdî, Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA), OBC Transeuropa (OBCT), PEN a Amerîkayê, PEN a Norwêcê, PEN a Navdewletî Rojnamevanên Sînor Nenas (RSF), Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê (TGS), Projeya Piştgiriya Dozên Mafên Mirov a Tirkiyê (TLSP), Şaxa Rêxistina Efûya Navdewletî ya Tirkiyê, Enstîtuya Medyayê ya Navdewletî (IPI), Federasyona Rojnamevanên Navdewletî (IFJ) ve hat îmzekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst