Li Mehabadê qeza: Gelek mirî û birîndar hene

22-05-2024
RÛDAW
Nîşan Mehabad Qeza Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê di qezayeke traîkê de 4 kesab canê xwe ji dest de û 8 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, îro li ser rêya serekî ya Miyandiwaw û Mehabadê li nêzîkî gundên Tirşkan û Berdereşanê otobusek û otomobîlek li hev qelibîn.

Rêveberê Parastina Sivîlan a Mehabadê Serdar Fedakarmukrî eşkere kir ku 4 kesên ku di otomobîlê de bûne jiyana xwe ji dest daye û 8 kesên di otobusê jî de birîndar bûne.

Berpirsê Rêveberiya Polîsên Trafîkê ya Urmiyeyê Reza Penahî jî ameje bi wê yekê kir ku li gorî zanyariyên wan otomobîl ji rêya xwe derketiye û li otobusê daye.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji ber xirabiya rêyan û pabendnebûna bi tedbîrên trafîkê her sal bi 10 hezaran kes canê xwe ji dest dide û bi 10 hezaran kes jî birîndar dibe.

30yê Adara 2024an Reza Penahî eşkere kiribû ku li seranserê parêzgeha Urmiyeyê ji 15-29ê Adara îsal 15 kesan canê xwe ji dest daye.

Li gorî sala borî rêjeya mirinên ji ber qezayê ji sedî 33 kêm bûye.

7ê Nîsanê Rêveberê Navenda Zanyarî û Kontrolê yê Polîsên Trafîka Îranê Ehmed Şîranî jî eşkere kiribû ku di destpêka Newroza 2024an de 100 hezar qezayên trafîkê çêbûne.

Ehmed Şîranî da zanîn ku di wan qezayan de 813 kesan canê xwe ji dest daye û 21 hezar û 441 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst