Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusek û barhilgirek li hev qelibîn û di encamê de 7 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.
Qezayê li ser rêya sereke ya navçeyên Elbakê û Payîzavayê yên Wanê ya li nêzîkî tunela Guzeldereyê ku diçe Colemêrgê rû da.
Li gorî zanyariyan di bûyerê de 7 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn ku rewşa 4an ji wan giran e.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar birin nexweşxaneyan.
Parêzgarê Wanê Ozan Balci çû cihê bûyerê û lêkolîn kirin.
Balci derbarê qezayê ji berpirsên zanyarî standin û got:
“Mixabin qezayeke trafîkê ya xemgîn çêbû.
Di encama li hev qelibîna barhilgirek û mînîbusekê ya li ser rêya Wan-Colemêrgê de mixabin 6 welatiyên me canê xwe ji dest da û 13 welatiyên me jî birîndar bûn û ew ji bo nexweşxaneyan hatin rakirin.
Ez ji bo welatiyên me yên ku canê xwe ji dest daye ji Xwedê rehmê dixwazim û sersaxiyê li malbatên wan dikim.”
Li gorî amarên fermî sala 2024an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 623 hezar û 148 qezayên trafîkê çêbûne.
Di wan bûyeran de 2 hezar û 713 kes mirine û 388 hezar û 644 kes jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse