Qurbaniyên kîmyewî: Em dijminê xwe nas dikin

22-04-2015
Nasredîn Akyol
A+ A-
Dusseldorf (Rûdaw) - Di rojeke weke îro de, beriya 100 salan, yekemîn car çekên kîmyewî li hemberî mirovan hatin bikaranîn.

 

Dem: 22ê Nîsana 1915ê; Cih: bajarê belçîkî Ypres; Bikaranîn: Artêşa almanî li hemberî leşker û xelkê bajêr yê belçîkî.

 

Bi vê boneyê îro li seranserê cîhanê çalakiyên bîranîna yekemîn car bikaranîna çekên kimyewî li hemberî mirovan tên lidarxistin.

 

Yekemîn car e jî ku komeke paşma û rizgarbûyên êrişên çekên kîmyewî yên ji Kurdistan û Sûriyê nameyeke hevbeş ya hişarkirin û bîranînê belav dikin.

 

Însyatîfa bi navê “Breathless“ ev nameya vekirî belav kiriye û paşma û rizgarbûyên êrişên çekên kîmyewî yên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, herwiha yên ji bajarê Gûta yê li rojhilatê Şama paytexta Sûriyê bangî hikûmetên wan welatên ewropî, ku di çêkirina çekên kîmyewî de bi rejîmên Rojhilata Navîn re bûne arîkar, dikin ku êdî hişyarî berpirsyariya xwe bibin.

 

Di nameya ku ji aliyê kesên ji Helebce, Balezan û Goktepe ya Başûrê Kurdistanê, herwiha bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê û kesên ji Sûriyê hatiye destnîşankirin, wiha tê gotin:

 

“Em, rizgarbûyên êrişên çekên kîmyewî yên ji welatên cuda, mirovên ji nîjad û baweriyên cuda, em dizanin ku kî ji êrişên ser jiyana me berpirs e: ew hikûmetên bêwijdan, ku bi salan hewl didin bi me bidin bawerkirin ku em dijminê hev in. Em – Ereb û Kurd, welatiyên Îran, Sûriye, Iraq û herêma otonom ya kurdî – em îro bi yekdengî diaxivin, serwextî wê yekê ku tekane dijminên me ew in, yên ku bêyî şik çekên kîmyewî li hemberî me bikartînin.“

Însyatîfa “Breathless“ ku balê dikişîne ser êşên paşma û qurbaniyên wan êrişên kimyewî, diyar dikin ku ew ne li benda lêborînxwestinê ye, tiştê ew dixwazin kiryar in:

“Kiryar, da ku rê li bikaranîna çekên kîmyewî li Sûriyê û cihên din bê girtin. Kiryar, da ku bandora demdirêj ya bikaranîna çekên kîmyewî baştir bê lêkolandin û arîkariya rizgarbûyên li Kurdistanê û Iranê bê kirin. Kiryar, da ku êdî rê li bazirganiya bi “kuştina kîmyewî“ bê girtin û rê li şîrketên ewropî bê girtin ku bazirganiyê bi madeyên ji bo çêkirina çekên kîmyewî bikin. Bazirganiya bi “kuştina kîmyewî“ ne tenê binpêkirina yasayên bazirganiya derve ye – ew arîkariya komkujiyê ye.“

Îro wê mirovên ji Sûrî, Iraq û Iranê li çendîn welatan nameyên nerazîbûnê radestî balyoz û konsolxaneyên welatên Ewropayê bikin. Însyatîfa “Breathless“ wê yekemîn car vê çalakiyê koordîne bike. Herwiha tê çaverêkirin ku îro li bajarên Ypres, Helebce û Gûta çalakiyên bîranînê bên lidarxistin.






Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst