Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dara Hênê ya parêzgeh Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê minîbusa ku karker vediguhast, wergeriya û di encamê de 9 kes birîndar bûn.
Minîbusa şirketekê ku hîn jî navê şofêr wî nehatiye zanîn, li ser rêya Çewlîg-Amedê ku berf lê dibare wergeriya.
Di qezayê de 9 karker birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dara Hênê.
Hat ragihandin rewşa 2 birîndaran xeter e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse